'Bi hilweşandina pergala mêr re dê şer bi dawî bibe'

  • 09:03 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Jinên ku bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji ajansa me re nirxandin kirin, diyar kirin ku ew di pergala baviksalar a mêr de xwe di ewlehiyê de nabînin û ji bo guhertina vê pergalê jî di têkoşîna xwe de bi biryar in. Jinan anî zimn ku ji bo şerê bi salan tê dewamkirin bi dawî bibe divê pergala mêr bê hilweşandin.  
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi polîtîkayên baviksalar ku desthilatdarî dike dewrê tundiya li ser jinê her ku diçe  zêde dibe. Bi taybetî li Kurdistanê jin dibin hedefa şerê taybet, tên qetilkirin binçavkirin û girtin. Li gel van zext û zoriyan jinên rêxistinkirî li dijî  tundiya fîzîkî, aborî,  derûnî ya dewletê bi salan e li derve û hundir  li ber xwe didin.  Di vavan rojên ku em ber bi 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî  ve diçin, ji bo tundiya mêrdewletê teşîr bikin me mîqrefona xwe dirêjî jinên Amedê  kir. 
 
'Jin ji jiyana xwe ya rojane bi fikar in'
 
Semra Akyuz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiya li ser jinê û diyar kir ku ji ber di  civakeke baviksalar de dijî hertim di nava tirsê de ye. Semrayê anî ziman ku ne tenê nîvê şevê ew bi roj jî derbikeve derve  tirsa ku dibe êrîş lê bê kirin dijî û  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku derdikevim  derve nizanim wê çi bê serê min û bi tirs derdikevim. Ez ji gund derdikevim ser rê. Li cihê ku wesayit jê zêde derbas nabin  çandek otostopê heye û mirov wesayita tê bêyî ajovanê wê nas bike radiwestîne û rêwîtiya xwe didomîne. Lê ez nikarim vê bikim ji ber ku ditirsim. Bûyerên neyînî ku hatine serê jinên din banodrê li ser min dike û ditirsim. Bi tena serê xwe nikarim li wesayita mêrekî siwar bibim."
 
‘Jinên Rojava ji bo me mînak in’
 
Semrayê di axaftina xwe de bal kişandin ser şoreşa Rojava û bi taybetî jî berxwedana li Kobanê û di pêşengiya jinan de hat dayîn û ev tişt got:“ Li wê gel bi ser ket û jinên kurd ji vê serkeftinê re pêşengtî kirin. Ev berxwedana jinan ji jinên li cîhanê re jî bû mînak. Îro dema ku li ku bahsa jinan bê kirin jinên Rojava û têkoşîna wan tê hişê mirovan. Em jî wekî jin, ji bo mafê jinan di çarçoveya hiqûq û edaletê de çi ij destên me bê em ê bikin. Em her tim li ser şopa jinên pêşeng ên Rojava bin. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji nava çar dîwarên malê derkevin. Ji ber ku ev çar dîwar zindana jinê ye. Dema ku em xwe ji nava wan çar dîwaran rizgar bikin em ê azad jî bibin..”
 
‘Jinên kurd li xaka xwe hatin koç kirin’
 
Zeynep Ozdemîr jî daxuyand ku ew wek jineke li Kurdistanê ji ber şerê bi salan ku tê meşandin bi fikar dijî û anî ziman ku ji ber şer û zextên dewletê ew ji cih û warê xwe  koçberî bajaran bûne. Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Ji bo jinan li Kurdistanê jiyan gelek zehmet e. Em ji warê xwe hatin koçberkirin. Di serî de li Kurdistanê bi giştî li Tirkiyeyê tecrîd heye. Em nikarin fikrên xwe bêjin. Dema ku em fikiren xwe dibêjin an me binçav dikin û yan jî me digirin.”
 
‘Hilweşandina desthilatdariya mêr dê şer rawestînetê’
 
Zeynebê destnîşan kir ku di hemû rewşên neyînî de ya di serî de tê hedefkirin jin e, ji ber ku desthilatdariya mêr jinê ji bo xwe xeter dibîne. Zeynebê da xuyakirin ku dema desthilatdariya mêr bê hişweşandin dê şer jî bi dawî bibe. Şerên heyî ji ber hişmendiya mêr derdikevin. Divê jin bêhtir xwe birêxistin bikin. Rizgariya jinê di rêxistinbûn û têkoşîna wê de ye. Pêwîste ku em jin bên lgel hev û ji bo azadiyê xwe bi rêxisitn bikin.”
 
‘Bêcezahiştina kiryaran hêzê dide wan’
 
Oya Surer jî da nişandan ku li Tirkiyeyê tundiya li jinê tê kirin bêceza dimînê û ev jî  hêzê dide kiryarên tundiyê dikin. Oyayê wiha dewma kir: "Ez her çiqas bêjim ez natirsim jî carna ditirsim. Ez qet xwe di ewlehiyê de nabînim. Ez kargehekê dixebitînim û li aliyekî jî hewl didim ku xwe biparêzim. Lê divê ne wisa be. Divê jin serî netewînin. Îro em dibînin ku kiryarên tecawizê dibêjin ‘bi daxwaza wê bûye’. Ji bo vê têşta kirêt gelo kî dê daxwaz bike? Em li welatekî ku edalet û hiqûq lê qediyaye dijîn.”
 
‘Divê em li rêya Arîn Mîrxanan de bimeşin’
 
Oyayê di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şer ên bi tundiya li jinê tê kirin re tên pêşxisitn û bilêvkir ku li herema Kurdistanê ev polîtîka tên meşandin. Oyayê wiha berdewam kir: “Naxwazin ku jin li vê erdnîgariyê bi hêz be. Ji jinan ditirsin. Jinan li Rojava li ber xwe dan û bi ser ketin. Mînaka vê berxwedanê ya herî berbiçav jî çalakiya Arîn Mîrkan a li dijî hovîtiyê bû. Jinên Roava li dijî hovîtiyê xweş li ber xwe dan û bi ser ketin. Pêwîste ku em hemû jî li ser şopa wan bimeşin. Divê êdî em ji vê pergala koletiyê rizgar bibin. Em ji tundiya li ser jinê re dibêjin êdî bes û doza ku Peymana Stenbolê bila bê pêkanîn dikin.”