Bi 'Jin jiyan azadî' ber bi 25'ê Mijdarê ve (1)

  • 09:07 17 Mijdar 2023
  • Dosya
 
 
 
Halîde Turkoglu: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin!
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkgolu da zanîn ku bi dirûşma ‘Em jê nagerin, em li her derê ne’ 25’ê Mijdarê rêxistin dikin û got li dijî xeyala deshtilatdariyê ya du welatî dê têkoşîna xwe bilind bikin. Halîdeyê got desthilatdarî ji her alî de êrîş dike lê ew jî li dijî vê li berxwe dide.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi polîtîkayên ku desthilatdarî dike dewrê tundiya li ser jinê zêde dibe. Têkoşîna jinan a li dijî cureyên tundiyê didome.  Ligel tundiya fîzîkî, aborî, dewlet û civakê tundiya psikolojik jî pir zêde bûye. Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî demek kurt ma û jin dadikevin kolanan û tundiya mêr- dewletê teşhîr dikein.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglu,  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nirxand û bernameya çalakiyan ji JINNEWS’ê re vegot.
 
’Di 22 salan de jin tune hatin hesibandin’
 
Halîdeyê got desthilatdariyê polîtîkayên xwe li ser jinê ava kirine û 22 sal e hewl dide vê ava bike û  got: “Deshthilatdariyê her tim jin hedef girt û li ser nasnameya jinê hewl da ji nû ve sazkirinekê bike. AKP-MHP’ê di nav demê de ev veguhert mijara dijminahiyê. Bi taybet jinên daxwaza wekhevî û azadiyê kirin hedef hatin girtin.  Jin têkşîna wekhev û azadiyê didin. Di têkoşîna ku jin didin de ji bo hemû kesên demokrasiyê dixwazin xwedî perspektife. Jinên Kurd û femînîst li dijî AKP’ê 22 sale têdikoşin.”
 
Halîdeyê destnîşan kir ku desthilatdariyê li pey hev peymanên navneteweyî fesh kirine û li Kurdistanê bi polîtîkayên qeyûm modela azadîxwaz a jinan ji holê rakiriye. Halîdeyê ev tişt bi lêv kir: “Li şûna wê polîtîkayên asîmîlasyonê xist dewrê.  Du rastiya welat de polîtîkayên desthilatdariyê hene. Li Kurdistanê bi polîtîkayên qeyûm li ser jinan operasyon pêk anî û li Tirkiyeyê jî qanûnên heyî fehs kir. Komele girtin terorîze kirin. Dixwazin li gorî xwe modelek jinê biafirînin.”
 
‘Dijminahiya AKP’ê ya li hember jinê ne ji rêzê ye’
 
Halîdeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dijminahiya AKP’ê ya li hembre jinan ne dijminahiyek ji rêzê ye. AKP guherînek civakî dixwaze. Lê dema vê dike jî êrîşên li dijî jinên Kurd û jinên tevgerên Tirkiyeyê mezin kir. Jinan li dijî vê têkoşînek mezin dan. Destilatdariyê dema ev kir tifaqa mêr ava kir. hem di siyasetê de hem di saziyên darazê de de. Em li saziyên polîtîkayên malbatî û civakî û perwerdê dinêrin vê baş dibînin. Em jin jî li dijî vê bi têkoşînê destkeftiyên xwe diparêzin.”
 
‘Em dixwazin jinan li her qadê rêxistin bikin’ 
 
Halîdeyê destnîşan kir ku kîjan desthilatdarî hatiye  kilif guheriye û wiha dirêjî daye: “Em li doza TJA’yê binêrin dijminahiyek mezin a desthilatdariyê heye. Bi taybet li hember jinên Kurd. Jinên Kurd tevî zextan 40 sale têdikoşane û modela xwe ava kirine. Wekhev û azadiya xwe ava dike. Ji bo vê perwerda dide û çalakiyan dikin. em li her qadê hene. em dixwazin polîtîkayên xwe bihûnin. Em dixwazin jinan li her qadê rêxistin bikin.”
 
‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’
 
Halîdeyê bi lêv kir ku niha bi hezaran girtiyên jin hene û yên tevgera jinên Kurd de cih digirin gelekin. Halîdeyê ev tişt anî ziman: “Jinên têkoşîna nasnameya azad didin tên girtin. Lê ev zext nikarin pêşî li têkoşîna me bigirin. Bi salane em têikoşin û me fêrkiriye ku wekhevî çawaye û li civakê jî belav kiriye.  Em dest ji têkoşîna xwe dest ji destkeftiyên xwe bernadin.”
 
‘Em ê li qadan bin’
 
Halîdeyê balkişand ser çalakiyên 25’ê Mijdarê û wiha nirxandin kir: “Em ê di 25’ê Mijdarê de li dijî tundiyê di têkoşîna xwe de bi israr bin. 25’ê Mijdarê ji bo me jinan rojeke girîng e. Em ê wê rojê di her mijarê de gotina xwe bêjin. Em ê îtîrazên xwe bikin. Em bi dirûşmeya ‘Em jê nagerin û  em li her derê ne’ em ê rêxistibûna xwe ya 25’ê Mijdarê pêk bînin. Em serî natewînin di têkoşînê de bi israrin. Em ê bi dirûşmeya xwe li qadan bin.  Em wke meclîsa HEDEP’ê wê startê bidin. Em ê bi TJA’yê re li Kurdistanê xebatên hevpar bimeşînin. Li her qada jiyanê wê hevdîtin pêk bên. Em ê bi platformên jinan û rêxistinên jinan re plansaziya 25’ê Mijdarê bikin.”
 
‘Em dest ji azadiya xwe bernadin’
 
Halîdeyê bi lêv kir ku jin li her qadê bi tundiyê re tên rû hev û wiha dawî lê anî: “Jin li her qadê bi awayekî bi tundiyê re tên rûhev. Tundiyeke sistematik a desthilatdarî-mêr heye. Em ê bi hev re van polîtîkayên tundiyê ji holê rakin. Em ê 25’ê Mijdarê de rêxistibûna xwe bihûnin. Em aşkera dibêjin, em dest ji destkeftiyên xwe bernadin, em aştiyeke bi rumet diwazin em ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin. Em dest ji azadiya xwe bernadin.”