Me xwe gihand dîmenên îşkenceyê yên Garibe Gezer

  • 17:14 25 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
Marta Somek-Gulistan Dursun
 
STENBOL- Me xwe gihand dîmenên îşkenceyê yên Garibe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê hat qetilkirin û bi hinceta "delîl têra xwe nehat dîtin" derbarê dosyaya wê de biryara neşopandinê hat dayin. 
 
Garibe Gezer di sala 2016'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat binçavkirin û piştre hat girtin. Piştre surgunî 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat kirin. Piştî tecawiz û îşkenceya lê hat kirin di 9'ê Kanûna 2021'ê de hat qetilkirin. Me xwe gihand dîmenên îşkenceyê yên Garibe Gezer. Piştî Garîbe hat qetilkirin demildest derbarê dosyaya wê de biryara nepeniyê hat dayin. 
 
Me xwe gihand dîmenên îşkenceyê yên Garibe Gezer 
 
Îşkenceya ku li Garibeyê hat kirin di dîmenan de derket holê. Di dîmenên ajansa me xwe gihandê de gelek gardiyan û memûrên girtîgehê bi milên wê digirin û  wê kaş dikin. Her wiha dema Garibe tê kaşkirin qêrîna wê jî di kamerayan de tê bihîstin. 
 
'Ew ê serî li AÎHM'ê bidin'
 
Parêzerên Garibeyê Eren Keskin, Jiyan Kaya, Jiyan Tosun û Elif Taşdogen do diyar kiribûn ku dosyaya derbarê Garibeyê de hatibû vekirin 11 meh şûnde bi encam bû. Parêzeren diyar kirin tevî ku delîl hebûn jî bi hinceta "delîl têra xwe nehat dîtin" derbarê dosyaya Garibeyê de biryara neşopandinê hat dayin. Parêzeran dan zanîn ew ê şopdarê dozê bin û ew ê serî li AÎHM'ê bidin.