14'ê Nîsanê: Roja Bibîranîna Neteweyî ya Enfalê ye

  • 09:01 14 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Herêma Federe ya Kurdistanê di navbera 1986/1989'an de ji aliyê Rejîma BAAS'ê ya Iraqê ve komkujiyeke mezin li ser kurdan hat kirin. Navê vê komkujiyê jî kirin Enfal. Enfal bi erebî wekî xenîmet tê binavkirin. Di vê komkujiya li dijî mirovatiyê pêk hat de ciwan, jin, zarok, yextiyar dora 200 hezar kurd hatin qetilkirin. 4 hezar û 500 gund hat hilweşandin û şewitandin. Ji milyonekê zêdetir mirov bûn koçber. Dibistan, camî û nexweşxane hatin şewitandin. Di vê komkujiyê de bombe, çekên kîmyewî jî hatin bikaranîn. Di 1'ê Adara 2010'î de Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê Komkujiya Helebceyê wekî jenosîd qebûl kir lê belê hemû berpirs nehatin cezakirin. Ev li Parlamentoyên wekî Îngilistan, Swêd û Norveçê jî wekî 'Jenosîda li dijî kurdan" hat pênasekirin. Lê belê hêzên navneteweyî yên sûcên wan jî di vê komkujiyê de hene bi gunehên xwe nehatin rû hev. 
 
1'ê Gulana 2010'an: Dadgeha Bilind a Iraqê li gel ku Komkujiya Helebçeyê nas kir jî, hemû berpirsên komkujiyê nehatin cezakirin.  Ev komkujî ji aliyê Parlamentoya Iraqê, ji aliyê Meclîsa Herêma Federe a Kurdistanê, Ingilistan, Swêd û li Parlamentoya Norveçê jî wekî "Komkujiya li ser Kurdan" hat naskirin. 
 
Lê hêzên navnetweyî û dewletên li herêmê bi vî sûcê dijmirovî re hevrû nebûn.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1935: Matematîkvana Elman Emmy Noether a di qada cebira razber û fîzîka kuramsal de xwedî kedekê ye jiyana xwe ji dest da. Emmy ji ber jin bû gelek astengî derketin pêşberî wê lê ew ket nava matematîkvanên herî baş ên cîhanê. 
 
1990: Pirtûkxaneya yekem û navenda agahiyê ya yekem a Tirkiyeyê vebû. 
 
2006: Navenda Jinê 21 ya Rojeva Herêmî ya Amedê anketa li ser "Bandora Koçberiyê ya li ser Jinan" eşkere kir. 
 
2009: Di operasyonên di bin navê KCK'ê  de hatin kirin de 22 endamên Tevgera Jina Azad hatin girtin. Piştre nêzî 100 endamên DOKH'ê hatin girtin. Jinan ji bo piştevaniyê platform ava kirin.