13'ê Nîsana 1941'ê: Astronot Annie Jump Cannon jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 13 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Astronot Annie Jump Cannon bi xebatên xwe yên stêrkan tê nasîn. Annie herî kêm 300 stêrkên diguherin, dibiriqîn û mezin dibin şopand. Li Harvardê navê Astronomiya William C. Bond girt. Di 13'ê Nîsana 1941’ê de jiyana xwe ji dest da. 
 
1869: Vida Jane Goldstein a Awistiyayî ya ji bo mafê dengdayina jinan li berxwe da hat dinê. Dayika wê bi Kampanyaya Mafê Deng têkoşînek da û wê jî piştgirî da vê yekê. Ji bo wekheviyê têkoşîneke mezin da. 
 
1949: Yekîtiya Jinên Tirk ji nû de hat avakirin. Piştî qezenckirina heqê hilbijartinê yê jinan rêveberên komeleyê komele girtibûn. Komeleya ku hat girtin ji nû de hat vekirin. 
 
2005: Parlamentoya Îranê pêşnûme qanûna ku jin dikarin di ducaniya 4 mehî de kurtaj bibin, qebûl kir. Ji bo kurtajê jî divê ji malbatê ji du kesan destûr bê girtin. Heke zarok astengdarê mejî be, an jî jiyana jinê di xeterê de be bijîşk dikare biryara kurtajê bide. 
 
2016: Yekîtiya Jinên Sosyalîst serîhildana jinên kurd silav kirin û banga piştgiriya ji bo Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira da. Ji bo piştigiriya malbatên di dema serhildana rêveberiya xweser de malên wan hatin hilweşandin li gelek welatan piştgirî hat dayin. 
 
2017: Li gelek bajaran jinan bi gotina "Na" derketin qadan. Jinan li dijî sîstema serokatiyê berî referandûma 16'ê Nîsanê bi gotinên "Na" derketin kuçeyan. 
 
2017: Jina reşik a misilman a yekem li ABD'ê çû ser dadgeha bilind Sheila Abdus Salaam, li Çemê Hudsonê mirî hat dîtin. Çend di qeydên fermî de wek întîxar hat nîşandan jî, hêlên di tariyê de mayî jî hebûn.
 
2018: Samina Sindhu ya li Pakîstanê hunermenda gel bû û hat hînbûn ducanî ye li ser dikê dema stran digot hat qetilkirin.