12'ê Nîsana 2010'an: Rojnameger Evrîm Alataş jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 12 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rojnameger, nivîskar û rexnegir Evrîm Alataş 12 sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da. Di sala 1994'an de dest bi rojnamegeriyê kir. Di rojnameyên wekî Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê wekî nûçegihan xebitî. Pişt re wekî edîtor peywira xwe domand. Her wiha ji rojnameyên Evrensel, BirGun û Ozgur Polîtîkayê nîvîs nivîsand. Di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargi, Reş û Tirojê de nivîs nivîsand. 
 
1923: Keiko Fukuda îro hat dinê. Keiko, di nava jinan de cara yekem perwerdeya judoyê dît. Di sala 1953'yan de li cîhanê di beşa xwe de jina herî serkeftî bû. Di sala 1966'an de berê xwe da Emerîkayê û li vir mamostetiya judoyê kir. Keiko di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest da. Keiko di beşa xwe de gelek xelat girt. 
 
1927: Ji bo bikaranîna dengdayîna jinan lihevkirinek di Kabîneya Îngilistanê de pêk hat. Piştî lihevkirinê di sala 1928'an de hemû jinan mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xist. 
 
2007: Jinan li ber Balyozxaneya Sûdanê ya Enqereyê kom bûn û li dijî recmkirina Sadia Idriss Fadul (22) û Amouna Abdallah Daldoum (23) çalakî li dar xistin. 
 
2008: Kujerê hunermenda Îtalî Pîppa Bacca hat girtin. Li dijî şer ji Îtalyayê bi rê ket û bi otostopê welat bi welat digeriya. Ji bo biçe Filîstînê hat Tirkiyeyê û di 31'ê adarê de li Tirkiyeyê winda bû. Piştî îtîrafa kujer cenazeyê Pippa li daristana gundê Tavşanli ya Gebzeya Kocaeliyê hat dîtin. 
 
2018: Li Beykoza Stenbolê Ahmet Y. (69) îstismara zayendî li hevjîna lawê xwe Esma Y. kir. Li ser vê yekê Esma di 6'ê Sibata 2018'an de mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî û Ahmet Y. bi giranî birîndar kir. Ahmet Y. li nexweşxaneyê mir. Esmaya li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat darizandin, berat kir.