11'ê Nîsana 1993'yan: Uveyş Ocalan jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 11 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan di 11'ê Nîsana 1993'yan de jiyana xwe ji dest da.
 
Uveyş, di 26'ê mijdara 1918'an de li gundê Amarayê navçeya Halfetî ya Rihayê ji dayik bû. Di temenê biçûk de bi kesek ji gundekî nêzî wan e tê zewicandin. Kesê ku pê re hatiye zewicandin, hewl dide jineke din birevîne û ji ber ku jina dixwaze birevîne naxwaze pê re bireve wê dikuje. Uveyş ji vê bûyerê re li dadgehê şahidiyê dike û dibe sedema cezagirtina kesê jin kuştiye. Ew kesê ku li ser îfadeya Uveyş tê girtin li girtîgehê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. 
 
Uveyş piştî vê yekê vedigere cem malbata xwe û bi Omer Ocalan ku ji heman gundî bû, re dizewice. Ji vê zewacê sê kur û çar keçên wê çêdibin. Uveyş ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne lê dawiyê lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek a li wê derê di 11’ê Nîsana 1993’yan de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wê li gundê Amarayê tê definkirin.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1908: Dadgera Amerîkî ya reşik Jane Bolin hat dinê. Jane, vê demê ji ber reng û zayenda xwe bê qîmet dihat dîtin. Li dijî zayendperestî û nîjadperestiyê her tim di nav têkoşînê de bû. Jiyana wê ya perwerdeyê her tim bi têkoşînê derbas bû. Di 31 saliya xwe de ji hêla şaredariyê ve tayînî Dadgeha Têkiliyên Malbatê ya New Yorkê hat kirin. Jane, di dîroka Amerîkayê de yekem jineke reşik e ku bû dadger. Ji bo mafê zarokan, li dijî cudakarî êrişên zayendî ya li hemberî zarokan di nav têkoşînê de bû. Jane li New Yorkê di 8'ê Çileya 2007’an de dema 98 salî bû jiyana xwe ji dest da. 
 
1869: Siyasetmedara Hindistanî Kasturba Gandhî ji dayik bû. Kasturba li dijî dagirkeriya Ingilîzan yek ji sebolên berxedana jinên Hindistanî ye. Kasturba di 14 saliya xwe de bi Mohanas re tê zewicandin. Di demên  pêş de Mohandas dibe pêşenga Hindistanê ya efsanewî Mahatma. Lê Kasturba di bin siya Mahatma de namîne û bi hev re li dijî neheqiya ku li Başûrê Afrîkayê li hindûyên koçber tê kirin têkoşînê didin û di encamê de tên girtin. Mahatma û Kasturba piştî 1916'an jî bê îtaetiya sivîl rêxistin dikin. Kasturba Gandhî di meha sibata 1944'an de di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.
 
1930: Ji bo ku jin mafê xwe yê tevlibûna hilbijartinên şaredariyan bi dest bixin li Sultanahmet a Stenbolê jinan mîtîng li dar xist û di 3'yê Nîsana 1930'î de bi qebûlkirina qanûna şaredariyan jinan mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xist.
 
1980: Li DYA'yê Komîsyona Firsenda Îstîhdama Wekhev (EEOC) îlan kir ku destdirêjiya zayendî êrîşeke zayendî û newkheviya zayenda ye. 
 
2003: Li Grava Korsîkayê ku girêdayî Fransayê ye di hilbijartinan de qanûna wekheviyê hat qebûlkirin.
 
2013: Saziyên jin, LGBTÎ, ked û pişeyî Platforma Kreş Maf e ava kirin.
 
2016: Li Herêma Federal a Kurdistanê Tevgera Keçên Ciwanên Welatparêz li Zanîngeha Kerkûkê li Fakulteya Tipê bi semînereke ku dan, tundiya ku li herêmê li jinan tê kirin niqaş kirin.
 
2016: Jinên Elewî, li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, di çarçoveya projeya "Jin hêzê didin demokrasiyê" li Navenda UTAMARA a Hevdîtina jinan hatin gel hev. 
 
2019: Li Sûdanê bi çalakiyên ku piraniya wan jin bûn, serdema Omer El-Beîrî ya dîktatoriya 30 salî hat bidawîkirin.