10'ê Nîsana 1848'an: Rojnameger û nivîskara femînist Hubertine Auclert hat dinê

  • 09:01 10 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jina ku ji bo azadî û mafê dengdayînê yê jinan têkoşîn da rojnameger û nivîskara femînist Hubertine Auclert hat dinê.
  
Rojnameger û nivîskara femînst a Fransî Hubertine Auclert hat dinê. Hubertine di jiyana xwe de her tim ji bo azadiya jinê û mafê dengdayînê yê jinan di nava têkoşînê de bû. Li gorî Hubertine di pergala ku jinê biçûk dixe mêr jî tu carî azad nabin. Di nava Tevgera Mafên Jinan a Firansayê de rolek mezin girt û heta mirinê di nava têkoşînê de bû.
 
Di dîrokê de hin bûyerên din ên girîng ku îro pêk hatine wiha ne: 
 
1882: Dadgeha Bilind a Eyaleta New Yorkê biryar da ku jin dikarin derbarê hevjinê xwe de dozê vekin. 
 
1979: Aktîvista aştiyê ya Amerîkî Rachel Aliene Corrie hat dinê. Rachel her tim ji bo Filistiniyan têdikoşiya. Rachel li dijî hilweşandina xaniyê Filistinî derket û dibin buldozerê Îsraîlê de ma û jiyana xwe ji dest da. 
 
2006: Di sala 2002'yan de li Koln a Almanyayê Eren Keskîn tevlî panelê bibû û behsa şîdeta dewletê kiribû. Derbarê Erenê de doz hat vekirin û 10 meh ceza dan û ceza vegerandin 6 hezar TL yê. Ji bo piştgiriyê bidin Erenê bi navê “Tora Piştevaniyê ya ji bo Eren Keskîn" civînek hat lidarxistin. Di civînê de bi navê "Ji bo jin û mafên mirovan tu jî 1 lîre bide" piştgirî dan Eren ê.