9'ê Nîsana 2019'an: Li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê

  • 09:01 9 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Dayikên girtiyan ji bo daxwazên zarokên wan ên tevli greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê ya demê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hat destpêkirin bûn, bên qebûlkirin li ber Girtîgeha Gebzeyê dest bi çalakiya nobetê kirin. 
 
Hin bûyerên girîng ên di dîrokê de ku îro pêk hatine wiha ne:
 
1848: Yek ji sembolên tevgera jinan a Elman perwerdekar û aktîvîsta mafên jinan Helene Lange hat dinê. Helene 1890'î de Komeleya Mamosteyên Elman damezrand û bi vê hewldana wê di 1896'an de cara yekê li Berlînê 6 jinan perwerdeya xwe qedandin. 
 
1944: Leyla Xalid, 9 ê Nîsana sala 1944’an li Hayfaya ku di bin dagirkeriya Îngilizan de bû hatiye dinê. Di sala 1947’ an de dema di navbera Ereb û Yahudiyan de pevçûnê dest pê kir, di sala 1948’an de bi malbatî direvin Lubnanê. Di 15 saliya xwe de tevlî Rêxistina Rizgariya Gel a Filistînê ku di sala 1940’î de ji aliyê George Hebeş ve hatî damezrandin dibe. Piştre li Zanîngeha Beyrut  Amerîka de dest bi xwendina beşa tibê dike. Di şerê şeş rojan ê Rêxistina Rizgariya Gel a Filistînê de derdikeve pêş.
 
Piştî Îlona Reş di çar çalakiyên revandina balafirê ku sê çalakiyên hemwext hatibun kirin de cih digire. Di çalakiya duyem ku wê hemwext li sê cihan pêk were de bi sê endamên din ên rêxistinê re ji bo revandina balafira sefer a bi hejmara 219 El Al ku wê ji Amsterdamê biçe New Yorkê  tê erkdarkirin. Her du çalakiyên din ku hemwext wê werin kirin jî ji bo Filistiniyên li Elmanya TWA û ji bo Filistiniyên li Îsvîçre jî balafirên rêya hewayê ya Swîsre yê hatine armanckirin.
 
Di roja 6'ê Îlona sala 1970'ê de ji ber ku herdu endamên rêxistinê yên din nekarîn li balafirê siwar bibin Arguel ê ku bi Nîkaraguali yê ku bombayek û çekek li gel xwe rakiriye ve li balafirê siwar dibin û Arguel bi karanîna du bombayên xwe çalakiyê dide destpêkirin û ji aliyê 12 parêzvanên rêveberiya Îstixbarî ku di wê demê de di balafirê de ne ve tê qetilkirin. Leyla jî bi saxî tê girtin. Piştî balafir digihe Londrayê Leyla  tê girtin.  Piştî salekê li ser revandina balafirekê ji aliyê karmendekî Filistînî ve neçar dimînin li rêyên bazarê bigerin û li ser vegerandina balafirê di 1'ê Cotmeha sala 1970’ê de serbest tê berdan. Di goftugoyek xwe de wiha dibêje, "Armanca min a van çalakiyan ew bû ku peyamekê bidim cîhana ku bi çavê penaberan li me meyze dike."
 
1985: Lîstikvan û têkoşerên parastina mafên jinan a Tirkiyeyî Şaziye Moral jiyana xwe ji dest da. Şaziye cara yekê di demeke ku derketina ser dikê li jinan qedexebû derket ser dikê û dema ku dilîst ji ser dikê tê daxistin û tê girtin. 
 
2016: Li Spanyayê bi hezaran jin tevli meşa bi dirûşma "Em ê bersivê bidin tundiya hûn dikin"  bûn. Ji 250 zêdetir rêxistinên jinan jî piştgirî dan meşa hat lidarxistin.