8'ê Nîsana 1970'yî: Çalakvanên bi Goreyên Sor çalakî li dar xistin

  • 09:01 8 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 8'ê nîsana 1970'ê de Çalakvanên bi Goreyên Sor ên Danîmarkayî çalakiya xwe ya yekem li dar xistin. Komek jin bi sutyenên spî, perûk, bi bijangên sexte û kumikên xemilandî daketin kolana Strogetê ya Kopenhagê. Jinan sutyen, bijang, perûk û kumikên xwe bi dirûşma "Danîmarkayê paqij bihêle" avetin çopê.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1827: Parêzvana mafên jinan û wênesaza femînist a Îngilîs Barbara Leigh Smith Bodichon hat dinê. Di sala 1854'an de li Îngilistanê derbarê Mafên Jinan ên Qanûnî nivîsand. Di sala 1858'an de Kovara Jinan a Îngilîzî ava kir. Ji bo perwerdeya jinan, bikaranîna mafê dengdayînê û mafê mal û milkê her tim di nava têkoşînê de bû. 
 
2006: Di 27'ê adara 2006'an de li Amedê polîsan êrişê çalakiyê kiribûn. Li hemberî êrîşan, jinên li Enqereyê dijîn, cilên reş li xwe kirin û devê xwe bi bandên reş girêdan, bi çalakiya rûniştinê êrîşên pêk hatî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de jinan wiha gotin: "30 mirov hatin kuştin, zarokên 12, 9, 6 û 3 salî jiyana xwe ji dest dan. Bêdengiya me tê wateya em jî kujer in. Êdî em jî ne mesûm in." 
 
2006: Dayikên Aştiyê li Pera Palasê bi dirûşma "Di nav aştiyê de jiyana bi hev re" û "Bila xwîn nerije û çareserî bi diyalogê pêk tê" çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
2019: Li Urdunê qanûna zewicandina zarokan li parlamentoyê hat qebûlkirin. Li gorî qanûnê zarokên 17 salî dikarin bên zewicandin. 
 
2019: Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, di nav de girtiyên jin jî heyî li dijî gotinên zayendperestiyê ya gardiyanan çalakiyek li dar xistin.