7'ê Nîsana 2016'an: Li dijî DAIŞ'ê konferansa têkoşînê ya jinê pêk hat

  • 09:01 7 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 7'ê Nîsana 2016'an de li Moskovaya paytexta Rûsyayê "Konferansa têkoşîna jinan a li dijî DAIŞ'ê" pêk hat. Di konferansa ku bi hevkariya Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê û hinek parlamenterên ji Partiya Rûsyayê ya Adîl pêk hat de jinan bal kişandin ser serhildana jinên kurd û komkujiyên li heremê hatine kirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1803: Nivîskar, parêzvana mafên jinan, damezrênera femînizma modern û sosyalîsta Fransî Flora Tristan hat dinê. 
 
1872: Parêzvana mafên karkeran, têkoşera mafê kontrola zayinê û berxwedêra mafên bikaranîna dengdayînê ya jinan Marie Equi hat dinê. 
 
1899: Di 7'ê Nîsana 1899'an de Gabriela Mistral hat dinê û di sala 1945’an de di beşa wêjeyê de Xelata Nobelê girt. Gabriela jina 5'emîn a Latîn Emerîkayê bû ku Xelata Nobelê girt. Her wiha li cîhanê dîplomatek xurt bû. Di dema xwe de bi nêrîna femînistî gelek nivîs nivîsand. Di sala 1923'yan de bi navê "Ji bo jinan axaftin" nivîsek nivîsand û ji bo Şoreşa Meksîkayê bû bingehek. Li dijî neheqiya li hemberî Pablo Neruda yê derket û bû hedefa hikûmetê. Ji ber vê sedemê neçar ma ku li derveyî welatê xwe bijî. 
 
1913: Hayriyeya Cemiyeta Jinan a Mamulat-ı Dahiliyye Îstihlaki hat avakirin. Armanca vê cemiyeta ji aliyê Melek Xanimê ve hatibû avakirin ew bû ku hilberîna herêmî bikira. 
 
2006: Di 25'emîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya Navneteweyî de pêşengeha wêneyên lîstîkvanên jin ên sînemayê hat vekirin. Wêneyên 21 lîstîkvanên jin hatin pêşandan.