5'ê Nîsana 2006'an: TJK -E li CPT û Konseya Yekîtiya Ewropayê çalakî kir

  • 09:02 5 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK -E), li Strasburgê li ber Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist. Abdullah Ocalan di 5'ê Nîsanê de di hevdîtina ku bi heyeta HDP'ê re kiribû gotibû, "dibe ku ev hevdîtina me ya dawîn be." Parlamentera HDP'ê Dîlek Oclan bang li CPT'ê kiribû ku erka xwe bi cîh bîne. 
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1908: Şampiyona Oskarê lîstikvana Emrîkî  Bette Davîs ji dayik bû. Betta, li gel zîrkebûna bi kesayeta xwe ya serhildêr jî di nava lîstikvanên Hollywoodê de cih digirt. 
 
1971: Derhinera 343 fîlman, nivîskar, lîstikvan, sitranbêj û jina akademîsyen ku li dijî Qanûna Cezayê ya Fransayê ku kurtaj qedexe kir danezaneke ku wekî Manîfestoya 343'emîn bû weşand.
 
1973: Rêxistinên Feminîst, rêxisitnên çepgir ên siyasî û bijîşk hatin cem hev û Tevgera Kontrola Zayînê (MLAC) damezrandin.
 
1992: Li payitextê DYA Washingtonê, bi hezaran kesî ji bo mafê kurtajê meş li dar xist.
 
2006: Bi qanûna 399 ku ji aliyê Fransayê ve hat qebûlkirin, pêkanînên ku tundiya li nava malê bê astengkirin ketin dewrê. 
 
2020: Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan Xelata Azadiya Xweîfadekirinê li ser navê Siyasetmedara Leyla Guven û girtiyên wê demê di greva birçîbûnê de bûn ji Index on Censorshîp girt.
 
2021: Meclisa Jinan a HDP'ê kampanya xwe ya  "Ji bo jinan adalet" bi dirûşma "Ji xizaniya jinan re na" da destpêkirin.