4'ê Nîsana 1949'an: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji dayik bû

  • 09:02 4 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 4'ê Nîsana 1949'ê de îro li Gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê hatiye dinê. Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'ê de bi komployeke navnetweyî anîn Tirkiyeyê û 22 sal e di bin tecrîdeke giran de li Grava Îmraliyê tê girtin. 
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1785: Bettîna von Arnîm ku weke Elîsabeth CatharînaLundvîca Magdalena Braentano hat dinê, nivîskar û romannuseke Alman bû.  Bettîna Brentano, nivîskar, weşanger, stranbêj û hunermendeke zîrek bû.
 
1802: Dorothea Lynde Dîx, di 4'ê Nîsana 1802'yan de hat dinê. Dorothea jina ku cara yekê pêşniyar kiriye bila nexweşxanyên ji bo dermankirina aqil bên avakirin û parêzereke ku li ser navê kesên nexweşê aqil ên xizan kar kiriye ye.
 
1913: Li Tirkiyeyê Kovara Kadinlar Dunyasi (Cîhana Jinan) ku di 4'ê Nîsanê de dest bi weşana wê hat kirin û 100 hejmarên wê yên ewil  rojane hatin weşandin. 
 
1928: Helbestkar, nivîskar û aktîvîsta mafên sivîlan Maya Angelaou, berî bi 93  salan îro hat dinê. Maya xwediya ji 50 zêdetir xelatan e.  Maya, di 28'ê Gulana 2014'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1997: Komeleya Perwerdê û Piştevaniya Namzetên Jin (KADER) hat avakirin. 
 
2021: Damezrênera Dayikên Plaza de Mayo Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da.