3'yê Nîsana 2020'î: Hêlîn Bolek jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 3 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek di roja 288'emîn a çalakiya xwe de di sala 2020'î de jiyana xwe ji dest da. Hêlîn û Îbrahîm Gokçek ji bo rakirina qedexeyên li ser konseran, ji bo endamên wan ên bi bultena sor li wan dihat gerîn li lîsteyê bên derxisin û ji bo zextên li ser Navenda Çandê ya Îdilê ya xebatên xwe lê dikirin bi dawî bibin dest bi rojiya mirinê kiribûn. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1807: Perwerdekar û reformkara civakî Mary Carpenter a Îngilîz îro ji dayik bû. Mary ji bo zarokên xizan û ber bi sûc ve dihatin kaşkirin fersenda perwerdeyê afirand û li ser xebatên ku kir pirtûk nivîsand. Mary di 14'ê Hezîrana 1877'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1924: Roza Georgiyevna Shanina, 97 sal berî îro ji dayik bû. Di 1941'ê de wekî dildarekê beşdarî artêşê bû û dema leşkerek diparast jiyana xwe ji dest da. Roza ji ber cesareta xwe her dem laîqî pesindayinê hat dîtin. Di 1965'an de rojnivîska wê ya şer hat weşandin. 
 
1924: Lidia Brisca Menapace di dîrokê de îro li Novaraya Îtalyayê ji dayik bû. Lidia ya di 19 saliya xwe de serî hildabû û zagonên zayendperest ên rejîmê ferq kiribû li ser rojnameyekê wiha gotibû" Ez ji serîhildanê çi hîn bûm? Jiyana bi tirsê û têkbirina tirsê. Niha jî em mecbûr in ji vê vîrusê rizgar bibin."
 
1998: Mary Lucy Cartwright, matematîkvaneke Îngiliz e. Ji pêşengên teoriya kaosê ye. Li Zanîngeha Oxfordê matematîk xwend û di 1923'yan de bû yekem. Mary 23 sal berê îro jiyana xwe ji dest da.