2'yê Nîsana 2017'an: Rojnameger Evîn Buldan jiyan xwe ji dest da

  • 09:01 2 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan, berî bi 6 salan îro jiyana xwe ji dest da. Têkoşîna Evîn a ku jiyana wê bi sirgûnê derbas bü ji aliyê hevalên wê ve berdewam dike.
 
Evîn a ku di 4 saliya xwe de bi malbata xwe re ji ber zextên dewletê koçber bû, li sirgûnê mezin bû. Evînê li Wargeha Mexmûrê mezin bû û Beşa Radyo Televîzyonê li Zanîngeha Selahaddînê diqedîne û piştî wê jî careke din vedigere ser axa ku jê hatiye koçberkirin û dest bi rojnamegeriyê kiriye .Evînê di sala 2011'an de hat Amedê û li Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî ku rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin. Li Rojeva Medyayê edîtorî kir. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1647: Xwezaparêza ku bi eslê xwe ji Swîsreyê ye Marîa Sîbylla Merîan, li Elmanyayê hat dinê. Marîa di sala 1675'emin de pirtuka îllustrasyona xwezayî weşand.
 
1863: Li DYA'yê jin di 2'yê Nîsana 1863'yan de birayara ku li dijî buhabûnê li Qada Richmond Kapîtol çalakiyê li dar bixin.
 
2018: Li Başûrê Afrîkayê li dijî nijadperestiyê yek ji sembola tevgera antî -Apartheîd,  Winnîe Madîkiîzela-Mandela dı 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Winnîe Madîkiîzela-Mandela li gel hevjînê xwe yê berê Nelson Mandela li dijî newekheviya di navbera reşik û sipiyan de têkoşîn da.
 
2018: Güney Afrika'da ırkçılığa karşı mücadele eden Anti-Apartheid Hareketi'nin sembol isimlerinden biri olan “Güney Afrika ulusunun annesi” lakaplı Winnie Madikizela-Mandela 81 yaşında hayatını kaybetti. Siyahlarla beyazlar arasındaki ayrımcılığa karşı yıllarca eşi Nelson Mandela'yla omuz omuza mücadele veren Winnie, zamanla bu mücadelenin sembol isimlerinden biri haline geldi.