1'ê Nîsana 1776'an: Matematîkzan Marîe Sophîe Germaîn ji dayik bû

  • 09:01 1 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Fîlozof Marîe - Sophîe Germaîn îro ji dayik bûye. Marîe ya ku li gel pirtûkên Leonhard Euler, ji pirtûkxaneya bavê xwe û ji matematîkzanên wekî Lagrange, Legendre û Gauss jî perwerde girt teorîsyeneke navdar e. Marîe ji ber gotareke ku nivîsand xelata Mezin a Akademiya Zanistê ya Parîsê girt. Marîe ji ber zayendparêziya ku dihat kirin bi salan xweser xebitî. Marîe, di sala 1831'ê de ji ber penceşêra memikê jiyana xwe ji dest da.
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1900: Anna Stefanie Nanna Fryland Clausen, berî bi 122 salî îro hat dinê. Anana Nokereke Danîmarkî ye û li bajerê Veserbroyê hatiye dinê. Nanna di 2'yê Tebaxa 1981'ê de jiyana xwe ji dest da.
 
1926: Anne Inez McCaffrey a Emerîkî-Îrlandayî û bi rêzefilmê Dragonriders of Pern hat naskirin, îro ji dayik bû. Di beşa kurguyê de yekem jin e ku xelatên Hugo û Nebula girtiye. 
 
1984: Roman nûs, û nivîskara çîrokên zarokan Elîzabeth de Beauchamp Goudge, di 24'ê Nîsana 1900'î de hat dinê. Elîzabeth, di 1984'an de îro jiyana xwe ji dest da.