31'ê Adara 2008'an: Pippa Bacca hat qetilkirin

  • 09:01 31 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Giuseppina Pasqualino di Marineo yan jî bi navê Pippa Bacca bêtir dihat zanîn jineke 34 salî bû. Du jinên hunermend û aktivîst Pippa Bacca û Silvia Moro bi hev re tûrek plan kiribûn. Di 8'ê Adara 2008'an de ji bo projeya xwe ya "Bûka Aştiyê" bi kincê bûkantiyê derket ser rê. Dema hatin Stenbolê ji bo li Beyrûtê dîsa hevdu bibînin ji hevdu qetiyan. Mêrê bi navê Murat Karataş di 31'ê Adara 2008'an de li Navçeya Gebzeya Kocaeliyê tecawizî Pippaya bi kincê bûkantiyê rêya xwe bi tena serê xwe domand, kir. Piştre hat qetilkirin.  
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de qewimîne wina ne:
 
1823: Nivîskara ABD'yî Mary Boykin Chesnut, ji dayik bû. Rojnivîska xwe ya di şer de kir berhem. Di 1982'yan de xelata dîrokê ya Pulitzer girt. 
 
1833: Nivîskar Mary Abigail Dodge ya navê Gail Hamilton bi kar dianî li Massachusettsê ji dayik bû. 
 
1855: Charlotte Bronte ya bi klasîkên xwe ya di nava Wêjeya Îngilîzî de tê nasîn di 1816'an de li Yorkshire ya Îngilistanê ji dayik bû. 
 
1872: Ji pêşengên şoreşa cotmehê, wezîra yekem a jin a hukumeta Sovyetê, aktivîsta mafên mirovan a dîplomat Aleksandra Mihayilovna Kollontay li Petersburgê ji dayik bû.
 
1931: Werzîşvan Tamara Andreevna Tyshkevich li Belarusê hat cîhanê. Tamara di 1947'an de dest bi atletîzmê kir. Di 1956'an de Madalyaya Zêr a Olîmpiyatan qezenc kir. 
 
1934: Helbestkar û Nivîskar Kamala Surayya ya ji Hîndistanê ji dayik bû. Nîvêsên wê li ser zarok jin û siyasetê bûn. Di 2009'an de li Puneyê jiyana xwe ji dest da.