30'ê Çileya 1923'yan: Marîanne Ferber a Feminîst ji dayik bû

  • 09:01 30 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nivîskara Feminîst Marîanne Ferber,  îro ji dayik bûye. Marîanne li ser malbata û zayenda civakî gelek gotar û pirtûk nivîsîne.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1912: Dîroknas û nivîskara Emerîkî Barbara Wertheim Tuchman di 30'ê Çileya,1912'an de ji dayik bû. Barbara, ya ku  xwediya Xelata Pulitzer e, Şerê Cîhanê yê Duyemîn û Stilwell û li Çînê û Cereybeya Emerîkî nivîsiye. Di tevahiya jiyana xwe de, Barbara bêtir li ser nivîsandina dîroka hemdem sekiniye.
 
1923: Marianne Ferber, aborînasa femînîst a ku gelek gotar û pirtûk li ser keda jinan û zayenda civakî nivîsîne, di 30'ê Çileya 1923'yan de li malbatek cotkar li gundekî biçûk ê Çekoslovakyayê hatiye dinê. Piştî dagirkirina Naziyan di sala 1938'an de, neçar ma xwendina xwe ya lîseyê biterikîne û welatê ku bi malbata xwe re lê dijiya terk bike û koçî Kanadayê bike.
 
2019: Endamên Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven di roja 842'an a çalakiya wê de  çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.