Mexdûrên erdhejê bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû ne

  • 09:04 11 Nîsan 2023
  • Tenduristî/Werzîş
Şehrîban Aslan
 
AMED - Seroka Odeya Tabîban a Amedê Bijîşk Elîf Turan, diyar kir ku pêdiviyên gelê mexdûrên erdhejê nayên bicihanîn û diyar kir ku nebûna paqijiyê, xwarina ne têr û bêhevseng wê di tenduristiyê de pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. 
 
Di ser erdheja 6'ê Sibatê re 2 meh derbas bûn. Birînên erdheja ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî sed hezar kes birîndar bûn hêj jî nehatine dermankirin. Her çend ji roja ewil û vir ve daxwaz hatibin ziman jî, dewletê hêj jî pêdiviyên bingehîn ên mexdûrên erdhejê yên wekî stargeh, paqijî û xwarina têr çareser nekiriye. Gelek caran ji aliyê xebatkarên herêmê ve tê gotin ku bi taybetî jin û zarok ji van kêmasiyan bandor dibin.
 
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Bijîşk Elîf Turan der barê şert û mercên li herêmên erdhejê de axivî û destnîşan kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên jin û zarokan wê di pêşerojê de zêde bibin.
 
Nexweşî û pirsgirêkên cuda cuda 
 
Elîf, da zanîn ku piştî erdhejê li Amedê bi reflekseke lêz maseya krîzê hat avakirin û got: "Helbet berê haya me jê tunebû, lê niha li Amedê dinêrin em dibînin ku zerareke pir mezin heye. Bi taybetî li navçeya Rêzanê gelek avahiyên ku xera bûne û hatine valakirin hene. Pirsgirêka xanî jî heye. Weke ku tê zanîn dema ku li qiraxa çemê Dîcleyê konbajarek hate çêkirin, me gelek caran hişyarî da ku em vê yekê nekin, lê lehiya ku di rojên borî de rabû bû sedema karesateke mezin. Gelê ku li wir dijîn neçar man ku konên xwe vala bikin. Ji ber ku li nêzî çem e jî çolek e û ev yek jî dibe sedema nexweşiyên cûrbecûr û pirsgirêkên cuda. Kesên ku ji kon derketin hatin tahliyekirin û li wargehan hatin bicihkirin."
 
'Di erdhejê de keda jinê nehat dîtin'
 
Elîf, destnîşan kir ku wekî di her pêvajoyan de dîsa jin û zarok bûn mexdûr û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her tim keda jinê nayê dîtin. Di qonaxên destpêkê yên erdhejê de jî yên ku hemû êş kişandin jin bûn. Mînak, ji ber ku neçar mabûn malên xwe biterikînin, tavilê dest bi lêgerîna konekî kirin. Hewl dan ku xwarinê peyda bikin û yekser hewl dan ku pergalekî saz bikin. Keda ku jin dayî dîsa nehat dîtin carekdin derket holê. Xwegihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan jî pirsgrêkeke mezin e. Li Amedê jî di xizmetên tenduristiyê de kêmasî derketin. Lê ne wekî bajarên din. Weke TTB û SES'ê ji bilî yekîneyên tenduristiyê yên giştî me yekîneyên tenduristiyê yên jinan jî ava kir. Dema jin pirsgirêkek bijî nikare bi zimanekî rehet xwe îfade bike. Gava ku hevrêyên wan bin, dikarin hêsantir biaxivin. Mînak dema li cihên ku alîkarî dihatin belavkirin mêr hebûn, jin dudil dibûn. Me bi yekîneya tenduristiyê ya jinan ev yek bi ser xist."
 
'Nikarin pêşî li ber şewbê bigirin' 
 
Elîf diyar kir ku çend 2 meh di ser erdhejê re derbas bûye jî niha jî gelek pirsgirêkên sereke nehatine çareserkirin û wiha bi lêv kir: "Ava paqij, niha jî li Semûsûrê ava paqij nîne welatî nikarin biçin tualetan. Welatiyên mexdûr ji bo neçin tualetê avê venaxwin. Piştî lehiyê jî bi tevahî depoyên avê qirêj girt û kes nekarî ji ava şebekeyê sûdê bigire. Ev tişt bi xwe re jî nexweşiyên cuda anî. Çend hûn derman bidin jî li cihên qelebalix hûn nikarin pêşiya şewbê bigirin. Gelek dermanên ku tê dayîn ji ber ava vexwarinê nîne nikarin bikarbînin. Bi taybetî jinên ku tualetên giştî bikartînin bi nexweşiyên enfesiyona urogenitalê re rûbirû dîmin. Her wiha ji ber ku nikarin serê xwe bişon û bincilên xwe biguherînin enfeksiyonên cuda cuda digirin. Dîsa ji ber ku zarok xwarineke baş û bi feyde naxwin dê di pêşerojê de bi nexweşiyên cuda re rûbrû bimînin." 
 
'Avahî divê li gorî usulan bên hilweşandin'
 
Elîf di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xetereya avahiyên ku tên hilweşandin: "Niha avahiyên gelek xisar ditî tên hilweşandin. Lê belê dema tên hilweşandin divê tedbîr bên girtin. Bi taybetî jî avahiyên ku piştî sala 2005'an hatî çêkirin bi asbestî ne. Ev tişt bi xwe re nexweşiya kezebê û penceşêrê tîne. Me bi dehan caran hişyariya vê yekê kir. Me got divê li gorî usulan ev avahî bên hilweşandin. Ji bo partîkul ranebin hewayê divê bên avdan. Mirov ji erdhejê rizgar bûn lê di pêşerojê de jî dibe ku bi penceşêrê bikevin. Bi taybetî karkerên ku di hilweşandina awahiyan de kar dikin divê tedbîr bigirin. Her wiha divê kavilên avahiyan li dûrê bajaran bê valakirin."