Li Şirnexê parastina cewherî ya derketiye holê: Hêrsa jinan

  • 09:04 17 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Rozerin Gultekin 
 
STENBOL - Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan têkildarî parastina cewherî ya li Şirnexê derketiye holê û  valaderxistina pêkanîna şerê traybet ya bi destê çawîşê pisporê yên gumanbarê tacîzê pêk hatiye axivî û got: “Binpêkirinên mafan ên ku jinên Şirnexê pê re tên rû hev, ger ku em hîs nekin divê em têkoşîna xwe lêpirsîn bikin. Wek jin karê me niha dest pê dike.”
 
Desthilatdarî ji bo jinan ji nasname û têkoşîna wan dûr bixe bi gumanbarê unîformayî re polîtîkayên şerê taybet bi salane li ser axa Kurdistanê giran dike. Îpek Er, Gulîstan Doku ya ku di rojeva hemû welat de cih digire, di encama van polîtîkayan de hatin widankirin.  Gel êdî destûrê nade vê û parastina xwe ya cewherî pêk tîne. Li Şirnexê ku ev polîtîka vala hatine derxistin di 12’ê  Nîsanê de çawîşekî pispor ê 3 jin tacîz kir, bi parastina cewherî ya gel û jinan derket holê.
 
Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan der barfê parastina cewherî ya li Şirnexê derketiye holê û pêvajoya piştî ku divê jin çi bikin de axivî.
 
‘Çawa hatin vê rojê’
 
Dîlekê da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet ku ji bajarên Kurdistanê destpê kiriye li bajarên Tirkiyeyê belav bûye û li dijî vê polîtîkayên bêcezahiştinê jî hatine girankirin. Dîlekê wiha anî ziman: “Bi salane em li dijî şerê taybet têdikoşin. Lê dengê me nayê bihîstin. Em ji bo jinên hatine qetilkirin daketin kolanan. Gulîstan Doku, Îpek Er û gelek jinên din ne di navbera me de ne. Em piştevaniya ku sînor nas nake diparêzin. Em tenê ji jinên Stenbolê ne berpirs in. Em qada jiyanê ya hemû jinan diparêzin. Li Amed, Êlih û Şirnexê jî em mafê jinan diparêzin. Ya li Şirnexê hatiye jiyîn têkiliya encamê ye. Em çawa hatin vê rojê?”
 
‘Hêrsa jinan’
 
Dîlekê bal kişand ser destdirêjiya kesên bi unîforma û wiha dirêjî dayê: “Em ne li cihekî ku tundiyê diparêzin û rewa dike ne. Em behsa mafê jinan û mafê gotina jinan dikin. Jin bi salane ji aliyê mêrên ku unîformayên wan hene ve  hatin tacîzkirin. Hinekan doz vekir. Hinek najîn. Tevî Musa Orhan ceza girt niha li derve ye. Ev hêrsa civakî ya jinan e. Li vê erdnîgariyê edalet divê hebe. Divê gumanbar bên cezakirin. Divê em li dijî vê bibin deng û têbikoşin. Divê em bibe derdê me hemûyan. Ger ku em tundî û binpêkirinê hîs nekin wê demê divê em têkoşîna xwe lêpirsîn bikin.”
 
‘Qeyûm şerê taybet giran kir’
 
Dîlekê destnîşan kir ku di pêvajoya dawî de sedema giranbûna polîtîkayên şer qeyûm in û wiha bi lêv kir: “Dema şaredariyên HDP’ê destkeftiyên jinan hebûn. Mekanîzmayên  serlêdanê zêde bûn. Xizmetên ziman hebûn. Lê qeyûman şerê taybet giran kir.”
 
Girîngiya parastina cewherî
 
Dîlekê wiha dawî lê anî: “Divê her zindiyê jiyanê parastina xwe ya cewherî pêk bîne. Parastina cewherî  ji bo te mekanîzma parastinê ye.  Di rewşeke bê maf de ji bilî parastinê rê tune ye. Jin êdî dizanin ku gotina ‘na’ mafê wan e. Parastina cewherî  gelek girîng e. Me hêza xwe dîtiye. Em wek civak ji bo parastina dînakamîka xwe em ê bibin şopdarê vê. Rêxistinên jinan jî wê bibin şopdarê wê û destkeftiyan bidest bixin.”