Hevala Sakîne Cansiz, Kîbar Kose: Sakîne pir tişt hînê me kir

  • 09:03 17 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
DÊRSÎM - Kîbar Kose da zanîn ku dema dibistana navîn dixwend di xaniyê Sakîne Cansiz de bi kirê diman û vê pêvajoyê gelek tişt ji Sakîneyê fêr kiriye. Kîbarê got piştre Sakîne bi xebatên siyasî bi taybet jî ji bo jinan bûye mînak û wiha vegot: “Fikr û pratîkên wê pir girîg in.”
 
Ji rêveberiya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kîbar Kose da zanîn ku di demên dibistana navîn de Sakîne Cansiz nas kiriye û di destkeftiyên gelek jinan de bandora pratîkên siyasî yên Sakîne Cansiz heye. Kîbarê wiha dirêjî dayê: “Lêkolîn û xwendinên Sakîneyê bandorek mezin li ser me kirin. Ez di bistanan sereteyî de  bûm, bi saya Sakîneyê min li ser Elewitiyê pirtûk xwendin. Sakîne ji bo me wate û girîngiyek mezin îfade dike. Ez bang li hemû jinan dikim di esasa pratîka siyasî ya Sakîneyê de li mafên xwe bigirin.”
 
Kîbar Kose dema ku bi Sakîneyê re jiyaye û der barê jiyana xwe ya siyasî ya piştê wê bi teşe bûye ji JINNEWS’ê re nirxand.
 
‘Sakîne îdola me bû’
 
Kîbarê naskirina Sakîne Cansazin, teşwîqkirina xwendinên li ser Elewiyê nirxand û got: “Min dibistana navîn de Sakîne nas kir. Ji ber min ew nas kiriye ez xwe pir bi şans dibînim. Em wê demê di xaniyên Sakîne Cansiz wan de diman. Her tim bi me re eleqeder dibû. Li ser Elewitiyê pir tişt fêrî me kir. Li ser Elewitiyê pirtûk didanîn. Digotin ‘bixwînin wê ji bo we baş be’. Wisa alîkarî dida me. Îdola me bû. Ji bo me girîng û watedar bû. Me gelek tişt ji fêr kir. Piştre ji xwe me ji nivîs, ji çavderiyên xwe yên çapemeniyê ew baş dît.”
 
‘Jinên Dêrsîmê ji têkoşîna wê mînak digirin’
 
Kîbarê wiha dirêjî da nirxandin xwe: “Sakîne her şev dihat mala me em ziyaret dikirin. Digotin we pirtûk xwendine an na. Me 3 jinan xanî kirê kiribû. Her êvar dihat gel me. Heta carnan digotin hûn qelsin. Pir eleqeder dibû. Digot dersên xwe bixebitin lê pirtûkan bixwînin. Em kontrol dikirin. Malbata wê jî wek wê bû. Her tim ji ber em xwendekar bûn xwedî li me derdiket. Sakîne Cansiz ji bo jinên Dêrsîmê mînak e. Jinên Dêrsîmê wê mînak digirin.”
 
‘Ji ber naskirina wê serbilindin im’
 
Kîbar dema behsa Sakîneyê dike wek ‘can’ xîtab dike û wiha dawî lê anî: “Divê jin zêdetir di faliyetên siyasî de cih bigirin. Divê hemû jin di tevgerên siyasî de cih bigirin. Divê her jin tevli xebatên siyasî, mîtÎng û çalakiyan bibin. Divê li malên xwe runenin. Ev ji bo Dêrsîmê destkeftiyek mezine. Ji ber naskirina Sakîneyê ez pir serbilindim.”