Ji bo Leyla Guven bi hinceta rexnekirina qeyûm cezayê girtîgehê!

  • 18:40 16 Nîsan 2024
  • Rojane
AMED - Hevseroka girtî ya KCD’ê Leyla Guven bi hinceta rexnekirina tayînkirina qeyûm 5 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
 
Danişîna biryarê ya doza der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a girtî Leyla Guvenê ya bi hinceta ku li Êlihê di civînekê de tayînkirina qeyûm rexne kiribû hatiye vekirin, îro hate lidarxistin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê Guvenê de 15’ê îlona 2016’an de ji ber axaftinekî kiribû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, “Gel bi dijminatiyê sorkirin”, “Gel, dewlet, meclis û daraza tirk bi aşkereyî biçûk xistinê” îdianame amade kiribû. Îdianame ji 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê re hate şandin û dadgeh biryara “bêrayetiyê” da û îdianmae ji Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê re şand. Îdianame ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê hate qebûlkirin û darizandin dest pê kir. Dema Guven wek parlamenter hate hilbijartin jî darizandin sekinî.  
 
Darizandin, bi rakirina parêzbendiya Leyla Guvenê dom kir û îro dadgehê biryara xwe da. Guven di çarçoveya çalakiya girtiyan a bi daxwaza “ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” a boykotkirina dadgehan, derneket danişînê. Parêzerê Guvenê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.
 
Polîtîka qeyûm rexne kiribû
 
Dozgerî îdianameya xwe ya berê dubare kir. Dozger anî ziman ku Leyla Guven di axaftina xwe de ev tişt anîne ziman, “Ev kurdan kuştine, ew îşkence li wan kirine, ew dane koçberkirin, ev gelek zehmetî dane kurdan da ku kurd xwe ji bîr bikin. Ev ne qeyûm e, ev xesp e. Yên ku ev saleke li qadên ku xweserî hatine îlankirin zilmê li gelê me dikin, yên ku xaniyên welatiyên me bi ser serê wan xera kirine, yên ku di jêrzemînan de mirovan wek zindî şewitandine li kun ne...” Dozger xwest ku Guven ji “propagandaya rêxistinê”, “Gel bi dijminatiyê sorkirin”, “Gel, dewlet, meclis û daraza tirk bi aşkereyî biçûk xistinê” were cezakirin.
 
Mafê xwe îfadekirinê
 
Parêzerê Guvenê Serdar Çelebî anî ziman ku îdianame ne li gorî Dadgeha Cezayên Giştî, li gorî Dadgeha Cezayê Giran hatiye amadekirin û xwest wergera axaftina Guvenê were lêkolînkirin. Serdar da zanîn ku axaftina muwekîla wî kiriye, di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye. Serdar biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî mijarê dane pêşkeşî dadgehê kir, beraeta muwekîla xwe xwest.
 
5 meh ceza
 
Dadgeh bi îdiaya “Gel, dewlet, meclis û daraza tirk bi aşkereyî biçûkxistinê”  5 meh cezayê hefsê li Guvenê birî û ji bo îdiaya “Gel bi dijminatiyê sorkirinê” jî biryar bereatê da.