'Êrişên li dijî goristanan dûr exlaq e'

  • 10:48 16 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Malbetên Pakrewanan ên li Helebê nerazîbûna xwe nîşanî êrişên li dijî goristanên Çemê Elika û Sisê yên Licêya Amedê, dan û gotin:"Em weke malbatên pakrewanan êşa hemû malbatên xwe yên pakrewanan bi wan re parve dikin û van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Em banga rêxistinên mafê mirovan dikin da ku pêşî li van kiryaran bigirin. Îro dewleta tirk êrîşê nirxên me dike. Ji hestiyê pakrewanên me ditirse."
 
Berî Cejna Remezanê li dijî goristanên Çemê Elika û Sisê yên Licêya Amedê êriş pêk hatin. Li dijî van êrişana malbatên pakrewanan û welatiyan li gelek cihan bertek nîşan dan. Li ser van kiriyaran malbetên pakrewanan ên li Helebê berteka xwe dan nîşandan û gotin "Ew kiriyarên ku dewleta tirk dike ji derveyî rêzên mirovî û sincên ola Îslamî ne, divê hesab bê xwestin"
 
'Çawa li Efrînê ev kiryar qewimî îro li Amedê dubare dikin'
 
Ji Rêveberiya Hevjînên Pakrewanan a taxên Rojhilat a bajarê Helebê Hêvîn Mihemed da zanîn ku AKP ji ber ku têk diçe kiryarên wiha hîn zêde dike û wiha pê de çû:"Piştî ku dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên şaredariyan de têk çû wê kîn û hêrsa xwe ji xerakirina goristanên pakrewanên me derxist holê, bertekên xwe li ber hemberî gelê kurd derxist holê. Ev jî ne cara yekem e ku dewleta tirk kiryarek bi vî awayî derheqê goristanên pakrewanên me de dike. Her wiha li bajarê Efrînê jî ev kiryar bû. Bi taybet piştî dagirkirina bajêr a ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve, goristan bi temamî xerab kirin, termê pakrewanan ji binê axê derxistin û şûna wan jî kirin bazar yek ji wan goristanan ya pakrewan Avesta Xabûr bû."
 
'Kiryarên dewleta tirk ji îslamê dûr e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvînê da diyarkirin ku karê dewleta tirk dike karê herî xirab e û wiha lê zêde kir:"Karê ku dewleta tirk dike yê herî xirab e û derveyî rêzên mirovî ne. Her wiha ne girêdayî sincên ola îsalmê ne. Ger dewleta tirk xwe girêdayî ola îslamê hîs dike bila bizanibe ku ev kiryarên dewleta tirk ji rêzên ola îslamî dûr e. Êrişên li dijî goristanan dûr exlaq e. "
 
'Êrişên li ser goristanan dûrî exlaq e'
 
Ji Rêveberiya Meclisa Malbatên Pakrewanan a taxên Rojhilat a bajarê Helebê Cûmene Hemîd derbarê êrişên goristanên pakrewanan ên li Amedê berteka xwe da nîşandan û wiha got:"Piştî ku dewleta tirk di hilbijartinên li Bakur bi bin ket ji bo ku îrade û hêza gelê kurd têk bibe bi hemî karên ne exlaqî radibe. Yek jê jî êrîşên li ser goristanên pakrewanên me yê li Amedê ye. Ev jî ji exlaqê îslamê dûr e. Li bajarê Efrînê jî ev kiryar hat kirin. Termê zarokên me ji bin axê derxistin û kes nizane bi ku ve birin lê belê ev kiryar di tu olên cîhanî de tune ye."
 
'Dewleta tirk êrîşê nirxên me dike' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Cûmene bi tundî ev kiryar şermezar kir û banga rêxistinên mafê mirovan kir ku pêşî li van kiryaran bigirin û got:" Em weke malbatên pakrewanan êşa hemû malbatên xwe yên pakrewanan bi wan re parve dikin û van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Em banga rêxistinên mafê mirovan dikin da ku pêşî li van kiryaran bigirin. Îro dewleta tirk êrîşê nirxên me dike. Ji hestiyê pakrewanên me ditirse."