'Armanca me bidestxistina azadiya Serokatî ye'

  • 16:09 29 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Ji jinên ku çûn serdana Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 110 roj e dewam dike, aktîvîsta TJA'yê Xecê Başkale got, "Armanca me ku em tecrîda li ser Serokatî bi dawî bikin û azad bikin" û got ku ew ê herdem li pişt têkoşîna dayikan bin.
 
Nobeda Edaletê ya ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û 37 meh in agahî jê nayê girtin, di pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) de hat destpêkirin  li avahiya Partiya Wekhevî û Demkorasêyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Sultangazî di roja 110’an de didome.
 
Li salona ku çalakî lê tê lidarxistin pankartên Kurdî û Tirkî yên bi nivîsa "Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişkînin, em bibin dengê girtiyan" hatin daliqandin. Çalakvanan bi pêşmalkên spî ku nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li ser bû li xwe kirin û gelek caran bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.
 
Jin ji bo piştevanyê çûn serdanê
 
Rêxistina DEM Prtiyê ya Beylikduziyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, rêveberên ANYAKAYDER û gelek kes çûn serdana çalakiyê. 
 
'Armanca me misogerkirina azadiya Rêbertî ye!'
 
Aktîvîsta TJA’yê Xecê Başkale di çalakiya nobedê de axivî û got, “Berî her tiştî ez vê têkoşîna pîroz a dayikan û hewldanên wan silav dikim. Nobeda Edaletê 110 roj in bênavber dewam dike. Em jî li cem dayikên xwe ne û têkoşîna wan esas digirin. Em vîn û têkoşîna hevalên me yên li girtîgehê jî silav dikin. Em li pişt çalakiya hevalên me yên li girtîgehê ne. Em hewl didin ku têkoşîn û dengê wan li derve bidin bihîstin. Em dizanin ku heta tecrîda li ser Rêbertiyê neyê rakirin û azadiya fîzîkî pêk neyê wê ti kes azad nebe. Armanca me ya niha bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî û misogerkirina azadiya wî ye."
 
Çalakî bi dirûşm û tilîliyên dewam kir.