Şêniyê Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan

  • 16:04 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan û ev bang li CPT kirin: “Di derbarê Rêbertî de agahiyên rast bidin me.”
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Girse di saet 14.00’an de li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat ba hev û ji vir heta Parka 4’ê Nîsanê, meşiyan. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmralî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Kesek nikare roja me tarî bike” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.
 
Girseya ku gihişt li ber Parka 4’ê Nîsanê, li vir ji bo bîranîna hemû Cangoriyên Azadiyê deqîqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî li ser armanca meşê axivî.
 
Bedran, diyar kir ku ew ji bo nîşandana bertekên xwe yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, hatine Parka 4’ê Nîsanê û wiha pêde çû: “Wek tê zanîn beriya du mehan, CPT’ê nûçeyek belav kir ku li Îmraliyê bi Rêbertî re hevdîtin kirine. Piştre nûçeyek din hate weşandin, em gelê Mexmûrê bi guman in gelo CPT’ê hevdîtin bi Rêbertî re kiriye, yan nekiriye? Gelo Rewşa tenduristiya Rêbertî di cih de ye, yan na? Dewleta Tirk a ku li Îmraliyê tecrîdê dimeşîne, CPT jî kiriye hevkarê xwe yê vê êşkenceyê. Dewleta Tirk îro li her çar parçeyên Kurdistanê, li dijî gelê me û gerîlayên me êrişên dermirovî dide meşandin. Em bang li CPT a ku navê xwe kiriye pêşîgirtina li êşkenceyê dikin ku bila peywira xwe bi cih bîne û di derbarê Rêbertî de agahiyên rast bidin me.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Berxwedana gerîla” bi dawî bû.