'Gelê Wanê peywira xwe bi cih anî, dor a me ye'

  • 09:03 12 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
WAN - Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, bal kişand ser serhildana gel a li Wanê ya li dijî xespkirina îradeyê û wiha got:"Gelê Wanê peywira xwe bi cih anî, dor a me ye."
 
Di hilbijartinên 31'ê Adarê yên Rêveberiyên Herêmî de li Wanê DEM Partiyê ji sedî 55.20 deng girt û bi ser ket. Li Wanê her 14 şaredarî jî bi dest xist. Piştî mafên memnû yên Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan jê hat girtin şûnde biryar hat dayin namzet ji bo partiya duyem AKP'ê bê dayin. Gelê Wanê li dijî vê bêhiqûqiyê serî hilda û piştre mazbata dan Abdullah Zeydan. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, bal kişand ser serhildana gel a li Wanê ya li dijî xespkirina îradeyê.
 
'Wê jin sedsala nû ava bikin'
 
Gulşenê diyar kir ku jinan di hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî de rola xwe baş lîstine û wiha got:"Bi hezar salan e cîhaneke jinê tune dihesibîne û bi zihniyeta baviksalarî tê birêvebirin heye. Em wekî jin dibêjin ev yek tenê mirin, şer û komkujiyan tîne. Em şahidên ku cihê jin lê tune bin şer, nebaşî, mirin hene. Em dibêjin wê jin sedsala nû ava bikin." 
 
'Divê dengê jinan li her qadên jiyanê be'
 
Gulşenê da zanîn wan xebatên hilbijartinê bi rih û serhildana jinan dane destpêkirin û wiha pê de çû:"Ev serhildan di 8'ê Adarê de dest pê kir. Bi dirûşma Jin jiyan azadî nasnameya jinan kurd a azad derket pêş. Bi rih û hêza 8'ê Adarê me Newroz pîroz kir. Di van pîrozbahiyan de pêşeng jin bûn. Jinan di her qada jiyanê de bi taybet li Wanê li her kuçe û kolanê li ber malan bûn pêşeng. Li Wanê dîsa bi rihê serhildanê Newroz hat pîrozkirin. Me bi rihê têkoşîna Kawayan a li hemberî Dehakan Newroz pîroz kir. Me bi rihê 8'ê Adarê û Newrozê xebatên hilbijartinê dan meşandin. Pêvajoyeke ku bi neheqî, tunehesibandina jinan, polîtîkayên şerê taybet derbas dibe, heye. Em wekî jin dibêjin em van polîtîka û ferasetan qebûl nakin. Divê dengê jinan li her qadên jiyanê be."
 
'Gel îradeya xwe derxist holê'
 
Gulşenê da zanîn di hilbijartinê de bi pêşengiya jinan xebat hatine kirin û wiha got:"Gel serhildaneke mezin li dar xist. Gel îradeya xwe derxist holê û êdî xwest ev zilm biqede. Em bi jin û gelê Wanê serbilind in. Bi hezar salan e cîhaneke jinê tune dihesibîne û bi zihniyeta baviksalarî tê birêvebirin heye. Em wekî jin dibêjin ev yek tenê mirin, şer û komkujiyan tîne. Em şahidên ku cihê jin lê tune bin şer, nebaşî, mirin hene. Em dibêjin wê jin sedsala nû ava bikin." 
 
'Serhildana gelê Wanê ji bo gelên dinê jî bû hêvî'
 
Gulşenê bi lêv kir ku serhildana gelê Wanê ji bo gelên dinê jî bû hêvî û wiha lê zêde kir:"Gelê Wanê xesp qebûl nekir û bi vê re ji bo gelên dinê jî bû mînak. Çimkî li vî welatî polîtîkayên qirêj tên meşandin. Bi taybet cinayetên jinan derketiye lûtkeyê û tundî zêde bûye. Loma serhildana gel a di vê pêvajoyê de ji bo gelên bindest bû mînak."
 
'Gelê Wanê peywira xwe bi cih anî, dor a me ye'
 
Gulşenê da zanîn gelê Wanê peywira xwe bi cih anî, dor a wan e û wiha got:"Me li Wanê her 14 cih jî bi dest xist. Hêviya me zêde bû. Tehemula gel li hemberî qeyrana li welat nebû. Gel got êdî em qeyûman qebûl nake. Gel bêhiqûqî qebûl nekir. Em dixwazin bi paradîgmaya azadiya jinan, wekhevî, ekolojîk û nûnertiyeke wekhev şaredariyên xwe bi rê ve bibin. Gelê Wanê peywira xwe bi cih anî, dor a me ye. Ew ê hevşaredarên me di xizmeta gel de bin. Şaredariyên me her tim ji gel re vekiriye. Em dixwazin bi bîr bixin ku şaredarî mala gel e. "