‘Berdela polîtîkayên dewletê yên şaş gel dide'

  • 09:08 2 Adar 2024
  • Ked/Aborî
 
 
Pelşîn Çetînkaya/Gulistan Gulmuş
 
AMED - Jinên ku dibêjin qeyrana aborî di hemû qadên jiyanê de hîs dikin û ev yek bandorê li hemû jiyana wan dike, diyar kirin ku sedema vê krîzê polîtîkayên dewletê ne.
 
Krîza aborî ya ku gel ji ber nema kare pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bi cih bîne, li şûna polîtîkayên rizgarbûna ji krîzê bi sînyalên hikûmetê yên berdewamkirina şer kûrtir dibe. Welatî ji zarok heta kal û pîran ji bo ku karibin di bin şert û mercên krîza aborî de bijîn di şert û mercên nebaş de dixebitin. Me ji jinên Amedê  derbarê aboriyê de agahî girtin.
 
'Ez solên xwe didirû û li xwe dikim'
 
Mehtap Kizildemîr, anî ziman ku ew ji krîza aborî gelekî bandor bûye û di her warî de ev krîz jiyaye û wiha got: “Em hatine rewşeke wisa ku em nikarin debara mala xwe bikin. Em nikarin biçin bazarê, em nikarin goşt û fêkî bidin zarokên xwe. Niha em hewl didin tiştên ku li malê hene çêbikin û em zehmetiyê dikişînin. "Ez û hevjînê xwe her du jî dixebitin, lê em kirêdar in û em nikarin debara xwe bikin,"Mehtapê, anî ziman ku 3 zarokên wê di şert û mercên krîza aborî de xwendekar in û wiha got: “Em di her warî de krîza aborî dijîn. Em nikarin sopekê jî bikirin. Ez goreyên xwe didirûsm, ez dikarim ji zarokên xwe re tenê cotek gore bikirim, lê nikarim ji xwe re bikirim. Em nikarin ji zarokên xwe re pirtûkek jî bikirin. Niha ku ew mezin bûne, em nikarin tu pêdiviyên wan pêk bînin. Ez jî wek her kesî mexdûr im," 
 
'Pergala ku em tê de ne me mecbûrî vê yekê dike'
 
Xwendekara zanîngehê Mizgîn Otkûn anî ziman ku hem divê bixwîne hem jî bixebite û got, “Gelek pêdiviyên me hene û ji bo van hewcedariyên me ne piştgirî û ne jî alîkariya dewletê heye. Pereyê ku malbat dişîne têrê nake. Ji xeynî min 5 xwişk û birayên min ên din jî dixwînin. Ji ber vê yekê, ez jî neçar bûm ku bixebitim. Ez kîmyayê dixwînim, beşa zehmet e. Sîstema ku em tê de ne, me mecbûrî vê yekê dike. Dewletê bi navê alîkariyê heye, lê çiqas têr dike?"
 
'Gel berdêla polîtîkayên şaş ên dewletê dide'
 
Mizgîn sedema krîza aborî polîtîkayên şaş ên dewletê nirxand û got: “Gel berdêla van polîtîkayên şaş dide. Dema ku tiştekî me tune be jî em tên îstîsmarkirin. Çareserî ew e ku dewlet erka xwe pêk bîne. Divê ji hêza gel wêdetir tiştek neyê hêvîkirin. Nabe ku ew xeletiyên dewletê li ser me kirine veşêrin. Pêwîstiya gel bi alîkariyê ji hemû aliyên jiyanê heye. Tişta dewlet dide têrê nake."
 
'Mirov dawî li jiyana xwe tînin'
 
Sozdar Ozdemîr a 26 salî jî diyar kir ku ew bi karê garsoniyê hewl dide debara xwe bike û wiha got: “Ji ber rewşa aborî û krîza aborî ez dixebitim. Heqê elektrîk, av û gazê  pir zêde ye. Ji ber pirsgirêkên aborî mirov dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber ku nikarin li zarokên xwe xwedî derkevin. Divê  li gel bifikirin. Em bi her awayî ji vê krîzê bi bandor dibin."
 
'Em hewl didin roja xwe derbas bikin'
 
Aynûr Bozkurt jî  diyar kir ku ew bi nanzikê dijîn û got ku krîz wan bandora neyînî li wan dike. Aynûrê wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em nikarin kirêya xaniyan bidin û em nema zanin ku em ê çi bikin. Zoarkek min diçe dibistanê. Ez bi zor û zahmetî hewl didim ku bidim xwendin. Lê herkes vê nikare bike. Hewesa zarokan a ji bo xwendinê nemaye."