Li başûrê Kurdistanê xwepêşandana mamosteyan

  • 14:20 14 Sibat 2024
  • Ked/Aborî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek deverên Herêma Kurdistanê mamosta daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin. 
 
Zêdetirî 4 mehane xwepêşandan û boykotên mamosta û karmendên li Germiyan, Helebce, Silêmaniyê, Raperîn û Koyê berdewamin. Îro mamostayên nerazî yên li Helebce, Germiyan, Koye û Raperînê li ber Rêveberiyên Perwerdeyê yên herêmên xwe kom bûn û xwepêşandan li dar xistin.
 
Di xwepêşandanê de mamostayan ragihandin ku vê desthilatê bi awayekî bêwijdanî bi rêya zêdekirina bacê û zêdekirina nirxê pêdawîstiyan, mamostayan ji mafên wan ên herî bingehîn ku mûçeyên wan in, bêpar kirine.
 
Her wiha mamostayan bang li hikûmetê kir ku di zûtirîn dem de bersiva daxwazên wan ên tayînkirina mamostayên bi peyman û di dema wê de dayîna mûçeyan bide.
 
Mamostayan tekezî kirin ku zext û gef wê li pêşiya daxwazên mafên wan nebe asteng.
 
Hêjayî gotinêye ku Wezareta Perwerdê ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihandibû, piştî serrastkirina proje yasaya bûdceya Iraqê, ew ê ji 5 daxwazên mamostayan 2 jê pêkbînin, ku fikarên mamostayan çêkiriye û biryara berdewamkirina xwepêşandanê didin.