'Em ê projeyên xwe yên çandiniyê berfireh bikin'

  • 09:04 7 Sibat 2024
  • Ked/Aborî
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Komîteya Aboriya Jin a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê Zeyneb Ehmed ji ajansa me re da zanîn ku armanca projeya wan a çandiniyê, ji bo biserxistina aboriya taxê ye û wiha got:"Taxa Şêxmeqsûdê 6 sal in  di bin ambargoyê de ye. Ev ambargo ji gelek aliyan ve bandorê li ser taxê dike. Ya herî girîng jî bandorê li ser beşa aborî dike. Ji bo em jî aboriya taxê ji nû de rakin em dixebitin. Ji bo demên pêş em ê projeyên xwe yên çandiyê berfireh bikin."
 
Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê projeya çandiniyê bi hevkariya jinan tê avakirin û berfirehkirin. Ev proje jî ji aliyê Komîteya Aborî a Kongra Star a li taxê hat destpêkirin ku li herêma bi navê Şiqeyêf a dikeve milê xerbî yê taxê sîr, pîvaz, darên hinarê, îsot, bacan, baqil û gul hatine çandin. Ev proje wê berfirehtir bibe. Di demên pêş de ji bo çandina cureyên din ên ji sebze û fêkiyan jin wê xebatên xwe bidomînin. Ev xebat jî ji bo bi welatiyên taxê re bibe alîkar tê kirin.
 
'Çandiniyê di nava civaka kurd de hebûna xwe parast'
 
Endama Komîteya Aborî ya Kongra Star Zeyneb Ehmed di destpêkê de behsa çandiniya bi destê jinan kir û got:"Çandinî weke çandekê ye û jinan parastiye. Ji destpêka civakbûna mirov bi taybet di serdema neolotîkê de jin her bi çandinî û komkirina giya re mijûl dibûn. Her tişt bi destê xwe dikir û ji bo pêkanîna pêdiviyên xwe û civakê dibû afrîner. Bi giştî jin di wê demê de zêdetir bi xweza û çandinê yê re têkildar dibû. Jinan ev kar kir çandek û bi xwe re heta roja me ya îro da dewamkirin. Bi taybet vê çandê di nava civaka kurd de zêdetir hebûna xwe parast."
 
'Efrînî jî zêdetir bi çandiniyê re mijûl dibûn'
 
Zeynebê bi lêv kir ku çandinî di nava xelkê Efrînê de zêdetir bi pêş ketibû û wiha got:"Civaka Efrînê yek ji wan civakan e ku herî zêde bi çandinêyê re mijûl dibûn û bi çandina darên zeytûnê tên naskirin. Jin jî bi karê çandiniyê mijûl dibûn lewma civaka Efrînê bi ku de diçû li wî cihî dar diçandin û ji xwe re dikirin wargeh."  
 
'Ji bo demên pêş em ê projeyên xwe yên çandiniyê berfireh bikin'
 
Di berdewamiya axaxftina xwe de Zeynebê bal kişand ser armanca wan a ji bo avakirina vê pirojeyê û wiha got:"Taxa Şêxmeqsûdê 6 sal in  di bin ambargoyê de ye. Ev ambargo ji gelek aliyan ve bandorê li ser taxê dike. Ya herî girîng jî bandorê li ser beşa aborî dike. Ji bo em jî aboriya taxê ji nû de rakin em dixebitin. Ji bo demên pêş em ê projeyên xwe yên çandiyê berfireh bikin."
 
'Bi alîkariya komînên me ev proje bi ser ket'
 
Di axaftina xwe de Zeynebê da diyarkirin ku bi alîkariya komînên taxê û bi taybet bi alîkariya jinan îro ev projeya wan bi ser ket û wiha got:"Tevahî jinên di komînên me yên xweser ên di taxê de ji bo biserxistina vê projeyê bi me re bêhtir bûn alîkar. Ji bo pêşxistina aboriya jinê em ê vê projeyê bidin dewamkirin."
 
'Ji bo biserxistina civakê hîmê herî bingehîn aborî ye'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeynebê da diyarkirin ku ew ê ji vê bêhtir komîteya xwe ya aborî bi pêş bixin û wiha got:"Ji sala 2019'an de ye li vê taxê komîteya aborî hat avakirin lê zêdetir xwe bi pêş nexistibû. Di roja me ya îro de ev komîte xwe zêdetir bi rê ve dibe. Ji bo zêdetir  derbasbûna me ya di nava meclis û komînên taxê de em dixebitin. Ji ber ku ji bo biserxistina civakê hîmê herî bingehîn aborî ye."