Peyama 1'ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de îktîdarê bişînin

  • 14:30 1 Gulan 2023
  • Ked/Aborî
 
WAN - 1'ê Gulanê li Wanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: “Hûn her roj hezar kesî binçav bikin jî, kurd dest ji têkoşîna xwe bernadin. Me di sala 2019’an de ev tifaqa faşîst paşve xist û di 14’ê Gulanê de jî vê desthilatdariya faşîst winda bike.”
 
Li Wanê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Platforma Şaxên Wanê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Şaxa Giştî Îş Wan, Baroya Wanê, Odeya Tabîban a Wanê Colemêrgê, Odeya Diranan a Şaxa Wanê û Yekîtiya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) bi hezaran kes beşdarî mîtînga 1'ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê ya ji aliyê Koordînasyona Parêzgeha Wanê (ÎKK) ve hat lidarxistin bûn. Beriya mîtîngê karker li du baskan hatin cem hev û bi kortejeke dirêj heta Parka Musa Anter meşiyan.
 
Li pêşiya kortejê, Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFGD) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê pankarta “Kedkarên Çapemeniya Azad li dijî zilmê, kedxwariyê, û sansûrê li ber xwe didin. Hûn ê nikaribin bê deng bikin" vekirin. Girse bê navber bi dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Jin jiyan azadî", "Bijî 1'ê Gulanê", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "AKP  dê hesabê bide" hatin qadê. Di şaxeke din a meşê de endamên Partiya Çep a Kesk, HDP û DBP’ê meşiyan. 
 
Li qadê gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser pankartê “Ji bo serkeftinê xwedî derketina lehengan pêwîst e. Şoreşa Kurdistanê li Rojhilata Navîn ronesansek e. Jiyan ne bi mucîzeyan, bi şoreşê ye" hatî nivîsin hat gerandin. Di mîtînga ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, koma muzîkê ya Egîtîm-Senê ewil derket ser dikê. 
 
Li ser navê komîteya amadekar Serokê Egîtîm Sen ê Wanê Murat Atabay, axivî û bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê. Piştre sekreterê Giştî yê TTB Vedat Bulut, axivî behsa polîtîkayên AKP'ê û MHP'ê kir. 
 
Serokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk di mîtîngê de wiha bal kişand ser polîtîkayên zext û zilmê: "Em ê hemû bi ruhê seferberiyê li dijî rejîma yek zilamî bibin yek û xwe bi rêxistin bikin û pêşeroja xwe biparêzin. Li vî welatî tecrîd, asîmîlasyon û polîtîkayên çewisandinê her roj kûrtir dibin, zextên li ser kesên çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin zêde dibin. Bi van polîtîkayan bi hezaran gelê me di zindanan de tên girtin û bi komployan tên girtin. Em ê bêdeng nemînin. Hilbijartina me ya 14’ê Gulanê gelekî girîng. Em ê di hilbijartinê de ji vê rejîma yek zilamî re bêjin na.”
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî wiha bal kişand ser operosyonên ku pêk hatî: "Li hemberî operasyonan kurd ti carî paşve gav navêjin. Her roj hezar kesî binçav bikin jî gel dev ji têkoşîna xwe bernade. Eger pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser nebe, Tirkiye demokratîk nabe. Em ê bi têkoşîna kurdan û kedkaran demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku sibeha 15’ê gulanê wê bibe roja avakirina komara demokratîk. Divê em her roj li kolan û qadan bimînin, ji her kesî û li her derê re bêjin 14’ê Gulanê çiqas girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku xebatkar û gel bi mil bi mil dê vê hêza faşîst winda bike."
 
Piştî axaftinan mîtîng bi stranên Koma Aryen bi dawî bû.