‘Butçe Tirkiyeyê temsîl nake’

  • 10:08 20 Mijdar 2022
  • Ked/Aborî
 
Zelal Tunç
 
WAN - Hevşaredara Tuşbayê Ayşe Mînaz  ku mazbata wê nehatibû dayîn der barê hevdîtinên butçeyê de axivî û balkişand ser butçeyek xwe dispêre zayenda civakî û got ne tenê di şaredariyan de divê di hemû mekanîznameyan de ev hebe û got butçeya tê amadekirin Tirkiyeyê temsîl nake.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de li bajarê Kurdan Partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP) pergala hevserokatiyê xist jiyanê û bi nûneriya wekhev re ji bo sedan jinî derfeta kar afirand. Piştî qeyûman destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Di 2016’an de yek ji şaredariya qeyûm lê hat tayînkirin ya Wanê bû. Bi hatina qeyûman re tabelayên ‘Midûriyeta Polîtîkayên Jinan’ hat daxistin, Navenda Jiyanê ya Rojîn ht girtin. Stargeha jinan hat girtin û jin şandin hawira şîdetê.
 
Qeyûmê tayînê şaredariya Payîzava bû, ‘Koperatîfa Jinan Xawaso’ girt û dewrê KADEM’ê ya keça Tayyîp Erdogan, Summeye Erdogan vekiribû, kir.  
 
Kotaya jinê pêk hat
 
Dîsa bi pergala hevserokatiyê di 2019’an de hilbijartin pêk hat û HDP’ê bi dengekî mezin şaredarî girt û deriyên xwe ji jinan re vekir. Jin bi awayekî aktîf di mekanîzmayên biryarê de bûn xwedî gotin.  Lê dîsa polîtîkayên qeyûm ketin dewrê û jin hepsê malê kirin. Butçeyek der barê jinê de tune ye. Di pêvajoya hevdîtinên butçeyê de Meclîsa jinan a HDP’ê ji bo balê bikşîne ser mijarê ‘Komxebata Butçeya li dijî Zayenda Civakî Hestiyarî’ pêk anî. 
 
Hevşaredara Tuşbayê Ayşe Mînaz ku mazbata wê nehatibû dayîn jî tevli komxebatê bû û komxebat nirxand. Ayşeyê got der barê li ser navê rêveberiyên herêmî butçe divê çawa be,şaredarî butçeyê çawa pêk tîne û di hevserokatiyê de butçe çawaye nîqaş kirine û got: “Meha cotmehê de hemû şaredarî butçeyê nîqaş dikin. butça salekê tê diyarkirin. Hejmar tê diyarkirin û butçe dem bi dem ji şaredariyan re tê veqetandin.”
 
Li ser maseyê butçe tê kirin
 
Ayşeyê wiha got: “Em ji bo wanê bêjin. Butçe ji bo şaredariya mezin tê ragîhandin. VASK û lêçûnên din tên veqetandin û piştre ji şaredariyên navçeyê re tê veqetandin. Divê hemû dînamîkên civakê tevli bibin û wisa butçe bê kirin. Lê pergal vê tu şaredariyê de nake. Li ser maseyê butçe tê kirin.  Di pergala hevserokatiyê de hevalên me bernama 5 salan ava dikin û wisa butçeyê dikin. Di serî de jin hemû dînakîmên civakê tevli dikin. divê hemû dînamîkên civakê esas bên girtin.”
 
Nadin aliyên bêderfet
 
Ayşeyê wiha daxuyand: “Em ji bo Wanê bêjin. Me butçeya hemû şaredariyan dît. Mixbin tê de ji bo jinan, zarok û hemû aliyên bêderfet yên civakî tu butçeyek tune. Krîzeke aboraîya cidî heye. Divê jib o civakê hinek piştgirî hebin. Lê mixabin gel ji şaredariyan dur xistine û ji bo alîgirên xwe pêşkêş dikin.”
 
'Butçe Tirkiyeyê temsîl nake'
 
Ayşeyê daxuyakirin ku butçeyek xwe dispêre zayenda civakî ne tenê di şaredariyan de divê hemû qadên jiyanê de hebe û wiha vegot: “Li Stenbolê di meha cotmehê de civîna hat kirin vê nîşan dide. Ji ber di TBMM’ê de jî wê hevdîtinên butçeyê bê kirin. Ji gelek aliyan kes tevli civînê bûn. Weqf û komeleyên jinan tevli bûn. Lê her kes li Tirkiyeyê pirsgirêkan dijî. Butçe mixabin Tirkiyeyê temsîl nake. Tu kes tevli butçeyê dayê kirin.  Butçeyê tenê ji bo berjewendiyan û polîtîkayên taybet tên kirin. di vê nokteyê de îtîraza jinan heye. Nikarin butçeya me wisa belav bikin. Bi qeyûman rengê jinê hat tunekirin. Hemû sazî û komele girtin. Ji ber vê jî xwegîhandina xizmeta tune.”