Cezayê dan bersûcê Makbule Sevinç hat xerakirin

  • 09:02 12 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
Rojda Aydin
 
MÛŞ - Cezayê girtîgehê yê heta hetayê ku ji bo bersûc Necat Sevînç ê ku Makbule Sevînç qetil kiribû, ji ber “sûcê kuştina bi qestî” hatibû dayin, ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê ve hat xerakirin.
 
Makbule Sevinç a ku di 11’ê Mijdara 2021’ê de dema ji gundê Xicik yê navenda Mûşê diçû Erziromê di wesayîta di bin kontrola mêrê pê re zewicî, Necat Sevînç de bû, li xaçerêya Bostankent-Karameşeyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Danişîna biryardayînê ya dozê di 5’ê Tirmeha 2023’yan de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê hatibû lidarxistin. Bersûc Necat Sevînç ji Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûbû. Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û dadgehê bi sûcê “kuştina bi qestî” cezayê muebedê li Necat Sevînç birî. 
 
Ji aliyê 1’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê ve cezayê ku dadgeha herêmî dabû, hat xerakirin. Her wiha di biryara ku xerabû de hat diyarkirin ku dozger bi şêwazeke rast mutaala nedaye û hat gotin ku mutaalaya ku dane dubare kirine. Li aliyê din Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê, cezayê ku ji aliyê dadgeha herêmî ve bi sûcê “kuştina bi qestî” hatibû dayîn, xera kir.
 
Di biryara ku hat xerakirin de hat xwestin ku ji sûcê “Ne kuştina ji qestî, ji birîndarkirina giran a ji ber sedema encamê” cezayê bide. Her wiha di biryarê de hat gotin ku “Bêyî ku daxistina halê baş bê kirin” divê ceza bê dayîn.
 
Çi bûbû?
 
Makbule Sevinç a ku di 11’ê Mijdara 2021’ê de dema ji gundê Xicik yê navenda Mûşê diçû Erziromê di wesayîta di bin kontrola mêrê pê re zewicî, Necat Sevînç de bû, li xaçerêya Bostankent-Karameşeyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Kiryar Necat Sevînç îdia kir ku Makbûle ji ber deriyê wesayitê “bi awayekî xweser” vebû ji wesayîtê ketiye. Makbule Sevînç a ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê, li beşa lênerîna giran hat dermankirin. Dema ku Serdozgeriya Komarê ya Mûşê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin, Makbuleya ku di bin çavdêriya giran de dihat ragirtin di 30’yê Kanûna 2021’ê de jiyana xwe ji dest da.  Cendirmeyên ku di çarçoveya lepirsînê de lêkolîna li ciyê sûc kirin, mirina Makbule wek “qezaya trafîkê” qeyd kir. Dayika Makbule Sevînç, Adîle Guler diyar kir ku keça wê hatiye qetilkirin û dest bi têkoşîna mafê wê kir. Piştî salek û 3 mehan, di 2’yê Sibata 2023’yan de di encama hewldanên dayika Makbule, Adîle Guler de kiryar hat girtin û şandin girtîgehê.