Ji jina fîlîstînî bo Erdogan: Em fêrî hevkarî û peymanên veşarî bûne

  • 09:04 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Aktîvîsta jin a Fîlîstînî Abeer A.K, welatên li dijî qirkirinê bêdeng dimînin û Erdogan ku bi Israîlê re bazirganiyê didomîne nirxand û got: “Ev dagirkirin 75 sal in didome. Ji ber vê em fêrî hevkarî û peymanên veşarî yên bi kujerên zarokan re bûne. Ji bo berjewendiyên xwe li dijî qetilkirina jin û zarokan bêdeng in.”
 
Baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzzettîn El Kassam, di 7’ê Cotmeha 2023’yan de li hember Israîlê bi navê Tofana Aksa şer da destpêkirin. Israîlê jî di 7’ê Cotmehê de li hember Şerîda Gazzeyê êriş pêk anî û 14 hezar û 685 zarok, 9 hezar û 670 jin bi giştî 33 hezar û 970 fîlîstînî hatin qetilkirin. 76 hezar û 770 kes jî birîndar bûn. 
Êrişên Israîlê yên li hember Gazzeyê didomin û têkiliya bazgirganî ya di navbera Tirkiye û Israîlê de cihê xwe diparêze. Di meha cotmeh-kanûna 2023’yan de îxracata Tirkiyeyê ya ji bo Israîlê li gorî sala 2022’yan ji sedî 34 kêm bû. Di vê demê de îthalat ji sedî 58 kêm bû. Li aliyê din Tirkiyeyê  ‘çekên ji bo armanca şexsî ya sporê û parçeyên wê’ berdewam kir. 
 
Aktîvîsta fîlîstînî Abeer A.K, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Sûcê şer û qirkirin
 
Abeer da zanîn ku bi şerê didome re hejmara windayan zêde dibe û gel di bin bombebaranan de ye. Abeer wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta di şerê li dijî Gazzeyê de yên herî zêde mexdûr dibin jin û zarok in. Ev sûcê şer û qirkirine. Di bin bombebaranan de jî malbat dîsa ji bo ewlehiya malbata xwe ji bo jiyana xwe, êş û elemên xwe pir caran ji nedîtî ve tên û li hember êşan têdikoşin.”
 
Hewcedariya jinan zêde dibe
 
Abeerê daxuyakirin ku her der di bin êrişan de ye û jin û zarok berê xwe didin dibistan û saziyên navneteweyî û hewl didin xwe li wir biparêzin. Abeerê wiha anî ziman: “Jin û zarok li dibistan û saziyên Ajansa Xebat û Alîkariya Penaberan a Fîlîstînî ya NY’ê (UNFWA) dimînin. Lê ji ber gele kes tên kapasîte tije bûye. Li Şerîda Gazeyê jin di rewşek giran de tijîn. Nikarin serşoyê bikar bînin, di odeyên taybet de tenê namînin, der barê hewcedariyên jiyana taybet de zor û zehmetiyên mezin dikşînin. Di vîşerî de jinan ji bo pijandina xwarinê êzing dibirîn, bi saetan li derve di sermayê de karên giran dikin. Ji ber girtin riyan û alîkariyên dihatin kirin nedigihiştin wan pirsgisrêk hîn girantir bû. Pedên hîjyenê, serşo û hewcedarî bi ava vexwarinê jî heye.”
 
‘Welidîn ji bo mirovan bû wek lanetekê’
 
Abeerê, destnîşan kir ku ligel pirsgirêkên tenduristiyê jinên ducanî jiyana xwe ji dest didin û bi nexweşiyên cuda dikevin. Abeerê wiha vegot: “Ji ber jinên ducanî nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan li cihê starbûnê welidîn pêk tê. Gelek jin zarok ji ber diçin, hinek jî hem dayik û hem jî pitik bi hev re dimrin. Ji bo welidîn pêk bê hemşîre û doktor dîtin zehmete. Welidîn ji bo mirovan bûye wek lanetekê. Jin û zarokên keç ji ber pisgirêka avê û debarê zehmetiyên mezin yên psîkolojîk dijîn.”
 
'17 sal in şert gelek xerab in’
 
Abeerê wiha dawî lê anî: “Jinên Fîlîstînê ji ber şer zor û zehmetiyên mezin dikşînin, neçar dimînin malên xwe terk bikin. Jinan mal, jiyan û zarokên xwe winda kirin. Li gorî texmînan ji roja şer destpêkiriye Israîlê  li Gazzeyê ava, xwarin, ceyran, derman û sotemeniya  2,3 mîlyon kesî biriye. Şertên dagirkirinê yên 17 sal in didome her diçe xera dibe. Ev dagirkirin 75 sal in didome. Ji ber vê em fêrî hevkarî û peymanên veşarî yên bi kujerên zarokan re bûne. Ji bo berjewendiyên xwe li dijî qetilkirina jin û zarokan bêdeng in.”