Qeyran kûrtir dibe: Mişk jî bikeve dolabê dê birçî bimîne

  • 09:07 5 Gulan 2024
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin - Neslihan Kardaş
 
WAN - Jinên ku di bazarê de axivîn, destnîşan kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û gotin, “Dilê me biçe tiştekî jî em nikarin bistînin. Hemû tiştî biha kirine. Em di xaniyên kirê de dimînin. Her wiha fatureyên wek ceyran, av û gaza xwezayî jî hene. Li ser van hemûyan danûstandina malê jî heye. Lê em xwe nagihînin hemûyan. Sarincên malê vala dimînin. Mişk jî bikeve dolabê dê birçî bimîne. ”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilatdariyê û şerê ku tê meşandin qeyrana aboriyê her ku diçe kûrtir dibe. Ji bo yekîneyên parastin û ewlehiyê di sala 2023’yan de bi Qanûna Mûçeya Hikûmeta Navendî 468,7 milyar û bi Qanûna Mûçeya Zêdeyê jî 60,3 milyar û bi tevahî 529 milyar hatibû veqetandin. Di sala 2024’an de bi qasî 971 milyar ji bo yekîneyên parastin û ewlehiyê hatiye veqetandin. Mûçeya ku ji bo şer tê veqetandin, ji bo kesên xizan nayê veqetandin. Welatiyên ku ji qeyranê bi bandor dibin, bi mûçeya teqewîtbûnê ku 11 hezar 566 TL ye debara xwe dikin. Ji ber vê yekê welatiyên ku ji qeyranê bi awayekî  kûr bi bandor dibin, nikarin debara xwe bikin.
 
Jinên li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, destnîşan kirin ku sedema vê qeyranê Erdogan e.
 
‘Qeyran li her derê heye’
 
Besra Yarar: Ji hefteyê heta hefteya din em bi zorê debara xwe dikin. Xebatkarên me tune ye. Em bi mûçeya teqawîtbûnê bi zorê debara xwe dikin. Kurekî min jî nexweşê pênçeşêrê ye. Xanî yê me bi xwe ye, lê fatûrêyên gaza xwezayî, av û ceyranê gelek zêde tê. Di heman demê de danûstandina mitbexê jî dikin. Ji ber vê yekê debara jiyanê gelek zehmet bûye. Qeyran li her derê heye. Hemû tişt ji ber qeyranê biha bûye. Em di malê de du kes in û ji hefteyê heta hefteya din em nikarin ji xwe re zebzeyan bistînin. Her tişt gelek biha bûye.
 
‘Mişk jî bikeve dolabê dê birçî bimîne’
 
Jina bi navê Dolê: Dema em destê xwe didin çi ew biha ye. Em nikarin êdî tiştekî bistînin. Em destvala tên bazarê û destvala diçin malê. Em nikarin kêmasiyên mala xwe bistînin. Dilê me biçe tiştekî jî em nikarin bistînin. Hemû tiştî biha kirine. Em di xaniyên kirê de dimînin. Her wiha fatureyên wek ceyran, av û gaza xwezayî jî hene. Li ser van hemûyan danûstandina malê jî heye. Lê em xwe nagihînin hemûyan. Sarincên malê vala dimînin. Mişk jî bikeve dolabê dê birçî bimîne. Îsal ev qeyran kûrtir bûye. Kesên xîzan hemû birçîne, nikarin debara xwe bikin. Ji bo kesên dewlemend qeyran ne xem e. Kesên dewlemend dikarin debara xwe bikin. Salên borî jî qeyran hebû, lê îsal xwe baştir da nîşandan. Kîloya zebze û fêkiyan gelek biha ye. Em dema tên bazarê nikarin hemû pêdiviyên xwe bi carekê ve bistînin. Sedema vê qeyranê Erdogan e. Diravê wî û serokên rêvebiran gelek e û ew xizaniyê nizanin. Kesên xîzan jî di cihên xwe de mane. Erdogan hemû tişt biha kiriye. Xizanî her ku diçe kûr dibe. Erdogan bila vî şerî bide sekinandin. Em şer û kuştinê naxwazin. Bila şer bisekine ku ev qeyran jî bi dawî bibe. Bila ji vê qeyranê re çareseriyekê bibînin. Em dixwazin ev şer êdî raweste. Bila hemû tişt erzan be.
 
‘Hemû tişt her ku diçe bihatir dibe’
 
Hasret Yildiz: Em tên bazarê û em nikarin danûstandinê bikin. Hemû tişt her ku diçe bihatir dibe. Em ji neçariyê tên danûstandinê dikin. Em nikarin hemû pêdiviyên xwe bistînin, lê belê em kêm distînin. Kesên xizan nikare danûstandina xwe bike. Şînahiyek bûye 20 TL. Hemû fatûreyên malê bi giştî nêzî 6-7 mîlyaran tê. Hema bêje nêzî 10 milyar ji kirê û fatûreyan re diçe. Em bi mûçeya teqawîtbûnê debara xwe dikin. Em neçar in bên tiştan bistînin, an em ê birçî bimînin. Lê dema em tên bazarê jî em tiştan kêm distînin. Sedema vê qeyranê hikûmet e. Em dixwazin ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin. Gel xizan e û nikare tiştan bistîne.   
 
‘Hikûmet bi kevçî dide, bi çoçikê digire’
 
Makbûle Acar: Ez hatim bazarê lê min hîn tiştek nestandiye. Ji ber ku hemû tişt gelek biha ye. Kîloya pîvaz 20 TL ye. Mirov çawa danûstandinê bike? Xebatkarên me tune ye. Bi tenê kurekî min heye û ew jî diçe deriyê sînor û tê, em wiha debara xwe dikin. Debara me bi deriyê sînor ve dibe. Kurê min 4’ê sibehê diçe û êvarê tê. Gelek zehmet e, lê em bi zorê debara xwe dikin. Em di malê de 6 kes dimînin. Em îsal qet nikarin tiştekî bistînin. Ji ber ku qeyran îsal kûrtir bûye. Dema têm bazarê nikarin hemû tiştî bikirin. Tiştên ku dikirim jî kêm distînin. Hikûmet bi kevçî dide, bi çoçikê digire. Kesên bazarvan jî ji sibê heta êvarê li vê derê ne û nikarin firotinê bikin. Ne ew dikarin bifroşin, ne jî em dikarin bistînin. Hikûmet divê ji vê qeyranê re demildest çareseriyekê bibîne. Rewş wiha derbas nabe.
 
‘Di her qada jiyanê de qeyran heye’
 
Gulbahar Salîm: Ez hatim bazarê ji bo pincar bistînim, lê nikarim bistînim. Ji ber ku pincar jî gelek biha bûye. Her tişt biha ye. Ma çi biha nîne? Di her qada jiyanê de qeyran heye. Debar zehmet bûye. Qeyran bi taybetî bandorê li jinê dike. Ji ber ku barê jiyanê bi taybetî li ser milên jinê ye. Li welêt qeyran roj bi roj qirantir dibe. Pincarê di bin axê de şîn dibe, di baranê de kîloya wê ew qas biha bûye nayê kirîn.  Ava ku ji xwezayê de tê, ew jî buha kirine.    
 
‘Jiyana bajêr gelekî zehmet bûye’
 
Marîfet Akyildiz: Em nikarin debara xwe bikin û rewş her ku diçe giran dibe. Kar tuneye xebatkarên me bixebitin. Jiyana bajêr gelek zehmet bûye. Em destên xwe didin çi ew biha ye. Em nikarin kîloyek zebze jî bistînin. Debara malê jî zehmet e. Ji ber ku em destvala diçin malê carna. Ji aliyekê dinê ve jî fatûre hene, em dema wan jî didin ji me re tiştek namîne. Bi taybetî barê giran li ser milê jinê ye. Dirav gelek bêqîmet bûye, êdî pê tiştek nayê. Tu jî zanî û em jî zanin ku sedema vê qeyranê kî ye. Mirov nikare bêje. Em dixwazin ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin. Welatî nikarin debara xwe bikin. Gelek kesên xizan nikarin debara xwe bikin. Em jî xweşiyê dixwazin. Em dixwazin bajarê me xweş be. Bila erzanî bibe da ku gel debara xwe bike. Li hemû bajaran rewş wiha ye.
 
‘Li gor salên derbas bûyî qeyran niha gelek kûr bûye’
 
Jina ku navê xwe neda: Hemû tişt gelek biha bûye û mirov perîşan bûne. Di vê pêvajoyê de debar gelek zehmet bûye. Em di malê de 7 kes dimînin û em nikarin debara xwe bikin. Em nizanin xwe bigihînin kîjan kêmasiyan. Li gor salên derbas bûyî qeyran niha gelek kûr bûye. Demên berê qet nebe me dikaribû tiştan bistînin, lê em niha nikarin tiştekê bistînin. Em nikarin kîloyek zebze bistînin.