'AKP hedef dike ciwanên li gorî xwe biafirîne'

  • 09:05 5 Gulan 2024
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Sekretera Hiqûqî ya şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Fatma Çayir derbarê pêşnûmeya murferetaa nû de nirxandin kir û got di seranserê desthilatdariya AKP’ê de her wezîrê perwerdehiyê yê hatiye guherînek kiriye û ev rewş bûye wekê lîstikê.
 
Wezareta Perwerdehiyê ya Mîllî (MEB) derbarê dersên ferz yên astên hîndekariyê de muferedata nû bi rayagiştî re parvekirin. Hat gotin wê pêşnûmeya mefredatê demekê li ser malpertê bimîne û nêrîn bê girtin. Mufredat wê ji 2024-2025’an şûnde pêk bê û hat gotin wê li ser pêşniyar û parvekirinan bê revîzekirin. Li gorî mufredatê di pirtûka Zanînên Esas yên olî ku wê di pola 9’an de bê xwendin, tê gotin ku divê hawirên fêrkirina dîjîtal û pêkanîn, di çarçoveya derfetan de tevli fêrkirinê bê kirin û pêkanînên ku Wezareta karê Diyanetê pêş xistiye jî mînak hat nîşandan. Her wiha di têgeha cîhad ket bernameya dersa pola 12’yemîn. Her wiha îfadeyên ‘muharebeya Çanakkaleyê ya cîhadê, pêvajoya têkeoşîna neteweyî û 15’ê Tîrmehê’ jî cih digire. Li aliyê din dersa olî ji pola 4’an heta 12’an ferzkiriye.
 
Sekretera Hiqûqî ya şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Fatma Çayir da zanîn ku AKP bi vê hedef dike ku ciwanên li gorî xwe biafirîne û got divê li dijî vê helwestek hîn rêxistinirî bê nîşandan.
 
Mufredata nû encama guherînan
 
Fatmayê da zanîn ku guhertina mufredatê ne rewşek nûye û ji 2004’an heta niha tê kirin û ev jî encama wê ye. Fatmayê wiha domand: “Di 2017’an de teoriya evrimê ji pirtûkên dersan hat rakirin. Gotinên wezîr Yusuf Tekîn yên der barê wê de mê de hene. Dibêje ‘gelek teorî hene çima teoriya evrîmê di pirtûkan de heye. Min ev hîna jî fêm nekiriye’. Dîsa heman kes didomîne, çand û ahlaqê îslamê jargona îsalmî li pey hev dike pirtûkan. Ev me matmayî nahêle.”
 
AKP hewl dide ciwanên xwe biafirîne
 
Fatmayê wiha dirêjî dayê: “Ev rewş bi feraseta perwerda gerdunî, azad û ronahî nikare bê şîrovekirin. Em wek Egîtîm Sen û sendîkayên din yên perwerdê jî vê wisa şîrove nakin. Hedefa AKP’ê ev e ku ciwanên xwe biafirînin. Profîla ku dixwazin bibînin, li gorî wê tevdigirin û mufredatê diguherin. Di polîtîka heyî ya AKP’ê de helwestek ku zanistê red dike heye. Ji kesên ku pirtûkan dixwînin hez nakin. AKP cihê jinan wek malê dibîne û peywira wan jî dayikbûnê dibîne. Weqfên wek TUGVA û Ensar, bi cemeat û tarîkatan re di hevkariyê de ne. Li gorî wan ev tiştekî pir makule. Di hevkariyê de ne. Wezîr ji bo mufredata nû her çiqas bêje ‘Em bi aliyên akademîkre di hevkariyê de ne’ jî an jî ‘komîsyon hatine avakirinê’ jî em dizanin ev ne wisa ye.”
 
Akademîsyenên tên behskirin kî ne
 
Fatmayê bi lêv kir ku ew nizanin ku akademîsyenên ku wezîr behsa wan dike kîne û wiha pê de çû: “Der barê fikrên kedkarên perwerdê, komeleyên malbatan û malbatan de fikrên wan tune ne. Lê ji xwe li xweşa wan naçe. Di çarçoveya ÇEDES’ê de tarîkat û cemaet ketine hevkariyê. Seranserê desthilatdariya AKP’ê de her wezîrê perwerdehiyê yê hatiye guherînek kiriye û ev rewş bûye wekê lîstikê. Projeya ÇEDES’ê ji malbatan re wek heyî nayê vegotin. Di nav kulubên hatine amadekirin de kulubek nû ya bi navê ‘kuluba nirxan’ hat avakirin. Agahiya malbatan ji aktîvîteyên di bin vê kulubêde tên dayîn tune ye.”
 
Divê helwestek hîn rêxistinkirî bê nîşandan
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li dijî vê divê helwestek hîn rêxistinkirî bê nîşandan û wiha domand: “Ez dikarim bêjim ku malbat hinek bêdeng dimînin. Ji bilî hevalên me yên endamên Egîtîm Senê yên din jî zêde deng nakin. Egîtîm Sen li Îzmîrê der barê vê de xebatê dimeşîne. Bêguman dema wisa be fêdeyek jî çênabe.”