Li Rojhilata Navîn zarokbûn…(3)

  • 09:02 17 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Li Afganîstanê binpêkirina mafê zarokan 
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganîstanê, piştî ku Talîban di 2021’ê de desthilatdarî girt, mafê zarokan yekcar hat binpêkirin. Polîtîkayên tund yên rêveberiya Talîban, bi taybet mafê perwerda zarokên keç asteng kir. 
 
Dema mirov bi kurtasî li dîroka Afganîstanê dinêrin; erdnîgariya wê, dewlemendiya çandî û bûyerên dîrokî, welat her tim di sahneya cîhanê de kiriye aktorekî girîng. Lê ji dagirkirina Sovyetan heta mudaxaleya DYA’yê, ji şerên navxweyî heta dîroka desthilatdariya du deman a Talîban, dîrok bi binpêkirina mafan a zarokan û mafê mirovan a giştî tije ye. 
 
Raporên Neteweyên Yekbûyî (NY), nîşan didin ku bi taybet dema desthilatdariya Talîban de mafên zarokan bi awayekî cidî şûnde ketiye.
 
Pirsgirêk zêde bûn
 
Di mijara şûndeketina mafê zarokan de, bi vegera Talîban a di 2021’ê de, mafê zarokên keç yên perwerdê bi awayekê cidî hat sînorkirin, di temenê zarokatiyê de zewicandin û pirsgirêkên di temenê biçûk de girantir bûn. Raporên NY’ê, diyar dikin ku ev pirsgirêk berê jî hebûne lê di bin vê rêveberiya heyî de girantir bûne.
 
Bertek qels in
 
Li Afganîstanê di sûcên li hember zarokan de zêdebûn heye, civaka navneteweyî li dijî vê rewşê bêdeng dimîne. Raporên NY’ê nîşan didin ku zewacên temenê biçûk de, xebata temên zarokatiyê de, sûcên îstîsmara zayendî zêde bûne û di hawira bêewle de binpêkirin zêde bûne.
 
Mafê perwerdehiyê tê astengkirin
 
Polîtîkayên tund yên rêveberiya Talîban, bi taybet mafê perwerda zarokên keç bi awayekî cidî sînor dike. Ev rewş rê li ber astengkirina mafê zarokan digire, zarokan ji mafên wan bêpar dihêle. Wek NY jî diyar dike, xwegîhandina mafên perwerde, tenduristî û ewlehiyê ji bo pêşeroja welat gelek krîtîke.
 
Tê payîn ku stratejiyên bi bandor pêş bikevin
 
Civaka navneteweyî der barê krîza mafê zarokan a li Afganîstanê bertekên xwe nîşan didin û bangên alîkariyê dikin. Li aliyê din jî raporên NY’ê derdixe holê ku divê ve rewş demildest bê destgirtin. Li Afganîstanê di vê dema ku zextên li ser ciwan û zarokan zêde bûye de, divê stratejiyên bi bandor yên herêmî û navneteweyî pêş bikevin.
 
Ne tenê pirsgirêka Afganîstanê ya hemû cîhanê ye
 
Rewşa heyî ya li Afganîstanê, ne tenê ya vî welatî ya hemû cîhanê ye. Raporên NY’ê nîşan didin ku di vê mijarê de divê hemû civaka navneteweyî bi hev re tevbigerin û ji bo zarokên Afganîstanê çareserî bê hilberandin. Di vê çarçoveyê de mudaxaleyeke bi bandor ya civaka navneteweyî dikare rewşê baş bike.