Li Helebê xeta azadiya jinê hat nîqaşkirin

  • 20:27 16 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna salvegera damezirandina KJK’ê de  hat diyarkirin ku jinên Kurd li hemberî zîhniyeta zayendperest û baviksalarî berpirsyariyek dîrokî girtiye ser milên xwe û hat xwestin ku hemû jin li ser fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîna yekbûyî bilind bikin.   
 
Bi minasebeta 19’emîn salvegera damezirandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK) li taxa Şêxmeqsud a Helebê civînek hat lidarxistin. 
 
Civîna ku ji aliyê Kongra Star ve hat birêxistinkirin, li Salona Civînan a 8’ê Adarê hat lidarxistin û bi sedan rêveber û endamên jin ên partî, sazî û dezgehên herêmê tevlî bûn.
 
Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser dîroka têkoşîna jinê û girîngiya wê axaftin hatin kirin.
 
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku KJK ji roja hatiye damezirandin heta niha ji bo tevahiya jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşînê dimeşîne û li hemberî zîhniyeta zayendîperest û baviksalarî berpirsyariyek dîrokî girtiye ser milê xwe. 
Di axaftinan de hat bibîrxistin ku hêz û îradeya jinê ya niha derketiye holê, encama fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û bang li hemû jinan hat kirin ku li ser van fikran yekrêziya xwe pêk bînin, têkoşîna xwe bilind bikin, ji lewre ev tê wateya azadiya hemû jinan. 
 
Civîn bi pêşandana sînevîzyonekê bi dawî bû.