'Weke biryar were dayîn dê li Sîncanê bin'

  • 12:36 16 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê têkildarê Doza Kobanê ya ku dê sibê bê lidarxistin de axivîn û wiha gotin: “Em ê weke ku biryar were dayîn li wir bin.”
 
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan, têkildarî danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê bi tevlibûna parêzerên dozê sibê li eywana dadgeha Kampûsa Sîncanê bê li darxistin daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û ji parêzerên dozê Şevîn Kaya û Çîgdem Kozan jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku desthilat li ser Doza Kobanê “dizayneke siyasî” armanc dike. Sevda, ji bo danîşan doza sibê li Sîncanê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û wiha got: “Di darizandina ku li kampusa Sîncanê tê kirin de heta niha gele bêhiqûqî û mexdûriyet çêbûne. Tevî vê yekê jî daxwaza xwe ya ku hiqûq were bicihanîn û pêvajoyeke darizandinê ya tevkariyê li edalet û aştiya civakî bike û banga xwe em bi rêya we radigihînin û em ê sibê li wir bin.”
  
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, bal kişand ku bi doza heyî xebatên siyasî yên siyaseta kurd bûne mijara darizandinê û wiha got: “Hemû xebatên siyasî yên siyaseta kurd ji sala 2009’an ve bûn mijara darizandinê. Ji ber vê yekê esas herkes dizane ku ev doz dozeke komployê û dozeke tasfiyeyê ye. 
 
Em bang li her welatiyên xwedî wijdan dikin; Werin em bi hev re xwedî li piştevaniya bi gelên Kobanê re ku jin û zarok ji tarîtiya DAIŞ’ê parastin derkevin. Em bang li hemû rêxistinên girseyî yên sivîl ên demokratîk û raya giştî dikin ku bi endamên HDP’ê û siyasetmedarên Kurd ên di Doza Kobanê de tên darizandin re di nava piştevaniyê de bin.”
  
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku dadgehê ji wan re ragihandiye ji bo biryarê pêdivî bi demê heye û sibê biryar nayê dayîn û wiha got: “Ji ber vê yekê di danişînê sibê de dê rewşa girtinê ya girtiyan were nirxandin. Bi awayê qanûnî nirxandineke hewce ye. 
 
Me hemû amadekariyên xwe kiribûn. Banga ku me ji rayagiştî re kir derbasdar e. Em ê sibê weke ku biryar dê were dayîn li wir bin. Em ê sibê saet di 10.00’an de bi partiya xwe, saziyên dost, pêkhateyên xwe û rayagiştî ya demokratîk re li ber Eywana Danişînê ya Kampûsa Sîncanê daxuyaniya xwe pêk bînin.
 
Bendewariya me ew e ku sibê hevalên me bên berdan û Tirkiye vegere ser rêya serdestiya hiqûqê. Bendewariya me ya sibê ew e ku temamê hevalên me bên berdan. Bi taybetî hin hevalên me hene ku zêdetirî 7 salan girtî ne. Ev hevalên me ew ên ku mafên wan ên girtina demdirêj hatiye binpêkirin in. Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel li dijî qanûnê weke dîl girtiyên siyasî tên ragirtin.”