Partiya Çepgir a Elmanyayê serdana nobeda Amedê kir

  • 15:46 29 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Şandeyên ku ji welatên cuda ji bo hilbijartina herêmî hatin Amedê, serdana çalakiya Nobeda Edaletê ya ku 116 roj in didome kirin û peyama piştevaniya nobedê dan. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a  Amedê di roja 116'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
 
Parlamentera Partiya Çepgir a Elmanyayê Gokay Akbulut û gelek kes serdana çalakiyê kirin. Di serdanê de hat diyar kirin ku piştevaniya nobedê û malbatên girtiyan dikin. 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.