2'yemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li Şehbayê dest pê kir

  • 15:49 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - 2'yemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşma “Bi giyanê ciwantiya Viyan û Nûjiyan em ê di şerê azadiyê û serkeftinê de bi ser bikevin” li Hola Mîtan a Şehbayê dest pê kir.
 
Bi tevlêbûna bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, sazî û yekitiyên sivîl ên kantona Şehbayê, îro Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li Hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest pê kir.
 
Dîwana konferansê ji endamên yekitiyê Zelal Mihemed, Leyla Mistefa û Cûdî Elî pêk hat.
 
Paşê endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Hec Ebdo perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê rola bibandor a jinan di birêvebirina civakê de li gel zîhniyeta baviksalar ku civak kontrol kir, erkên ku divê bike heta ji koletiyê, siyasetên înkarkirinê xilas bibe û nêrîna civakê ya li hember xwe biguhere, ji bo tunekirina van siyasetan û zîhniyeta baviksalar, têkoşîn û berxwedanê mezin bike.
 
Paşê endamên dîwanê, geşedanên siyasî, bûyer û pêşektinên li herêmê rû didin, hewldanên ku divê di vê pêvajoyê de bên kirin, meşandina berxwedan û pêşxistina têgeha şerê gel ê şoreşgerî li hember planên dagirekriyê yên li herêmê, bi beşdaran re gotûbêj kirin.
 
Konferans bi xwendina rapora kar û xebatên yekitiyê ya 2 salan berdewam dike.