'Hêzên navneteweyî berpirsên êrişên li ser herêmê ne'

  • 13:48 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara û Koordînasyona Jinan êrişa Dewleta Tirk ku di encamê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û gotin: "Welatên garantor û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan e."
 
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkidarî êrişa duh a Dewleta Tirk daxuyaniyek da û qetilkirina Hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şermezar kirin. Daxuyanî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dayîn.
 
Li bajarê Hesekê daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Rêxistina Sara, Fereh Mihemed, li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo ji aliyê berdevka rêxistinê Arezû Temo, li navçeya Eyn Îsayê jî ji aliyê endama rêveberiya rêxistinê Diyane Eyûb ve hat xwendin û bi dehan jin û koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî beşdar bûn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di encama êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Herî dawî Zeyneb Mihemd û Yilmaz Şero di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk de şehîd bûn. Em vî sûcî şermezar dikin û em soz didin ku em ê têkoşîna li hember van êrişên hovane bidomînin.
 
Rêxistinên navneteweyî, aliyên hiqûqî, dewletên garantor û di serî de Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in. Ji ber ku wan soza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êriş û destdirêjiyan dabû û peymana agirbestê misoger kiribû. Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin û qedexeya hewayî li herêmên me bê ferzkirin.”
 
Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li pêş navenda Meclisa Rêveberiya Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Evîn Şêx Ehmed daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên sîstematîk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanc ji vê êrişê şikandina vîna jinan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser, derxistina tevliheviyê û têkbirina aramî û îstiqrara herêmê ye û wiha hate gotin: “Em van êrişên dijminane û hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan û gelan pêk tîne, şermezar dikin û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, red dikin.
 
Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku li hember van sûcan gavên pratîk biavêjin û van karên dermiovî belge bikin. Her wiha divê qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên Tirkiyê bê girtin.”