Elbîstan bi piştevaniya gel li ser piyan disekine

  • 09:02 17 Sibat 2023
  • Galeriya Jinê
 
Dilan Babat- Elfazi Toral
 
MEREŞ - Li Elbîstanê û derdora wê gel bi derfetên xwe birînên xwe dipêçin. Li vir gel bi xwe cenazeyan ji bin kavilan derdixin û ne diyar e ku ka çend kesî li vir jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di 6'ê Sibatê de li Mereşê erdhej pêk hat û vê yekê bandoreke gelekî mezin li 10 bajaran kir. Ji roja ewil de ye gel bi derfetên xwe hewl didin ku birînên xwe bipêçin. Ji ber bêkoordîsyona îktidarê loma jî di roja sêyem de dilxwaz ketin Elbîstanê. Li gor daneyên ne fermî ji 2500 avahiyan 200 jê hilweşiyan û nêzî 600 avahî jî bi giranî xisar dîtine. Tam ne diyar be jî tê gotin li navçeya serjimara wê 150 hezar e 450 kesî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Berî dewletê gel hat 
 
 
Di erdheja duyem de ya ku nîvro pêk hat Elbîstanê gelekî xisar dît. Welatiyên li wir ji bo xwe germ bikin dikevin hundur û ji ber erhejê jiyana xwe ji dest didin. Di du rojên dudan de li navçeyê lêgerîna rizgarkirinê dest pê nekir. Lêgerîna rizgarkirinê roja sêyemîn dest pê kir. Ev jî ne bi rêk û pêk bû û têr nekir. Loma jî piştevaniya gel bû sedem Elbîstan li ser piyan bimîne. 
 
Lêgerîna rizgarkirinê bi rêk û pêk nehat kirin
 
 
Li Elbîstana ku xebatên lêgerînê kêm man çend kes ji bin kavilan hatine rizgarkirin an jî çend kesî jiyana xwe ji dest dane tam nehatiye eşkerekirin. Ji sedî heftê avahî li vir xira bûne. Gelek mirov jî bi hêza welatiyan hatin rizgarkirin. Li ser dîwarên avahiyên li kuçeyên lêgerî lê nehatine kirin nivîsên "paqij","vala","xebat lê nehat kirin" hatibûn nivîsandin. Dîsa li cihên lêgerîn lê dihat kirin jî welatiyan dema diyar kirin ku xizmên wan di bin kavilan de ne dawiyê AFAD'ê xebatên lêgerînê yên rizgarkirinê kirine. 
 
Li navendê bêhna miriyan tê
 
 
Dilxwazên ji Kurdistan û Tirkiyeyê çûn Elbîstanê tevlî xebatên lêgerînê yên rizgarkirinê bûn. Dilxwazên gihaştin kavilên AFAD nehatê tevî derfetê kêm jî dev ji xebatan bernedan. Berteka gel a li dijî îktidarê qet nesekinî. Malbatn diyar kirin ku ji ber AFAD kêm maye loma jî gelek kesî ji sermayê jiyana xwe ji dest dane. Li gelek avahiyên li navenda bajêr hîn lêgerîn nehatiye kirin û bêhna miriyan tê.
 
Taxa Kullarê ji nexşerêyê derket
 
 
Dilxwaz di roja duyem de derbasî navendê bûn lê belê di roja sêyem û çarem de ketin gundan. Li vir jî mirovên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane. Bi hezan avahî jî hilweşiyan. Li navçeya Nûrhaqê ya Mereşê herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. Taxa Kullarê ya 150 kes lê di bin kavilan de man hema bêje ji nexşerêyê derket. Li gor welatiyan agahî dan herî kêm 120 kesî jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 60 kesî jî ji bin kavilan hatin derxistin. Bi sedan ajal jî di bin kavilan de man. Ji ber av û ceyran tune ye loma jî welatî koç dikin. Bi rojan e ji bo ajalan êm û ava nikare bê dîtin û bazirgan jî ji bo ajalan hatine gundan û ajal nêvî buhayê xwe tên firotin. 
 
20 kesî jiyana xwe ji dest dan 
 
 
Taxên Zilan, Kûrte Hişkê, Derbent, Ekinozu yên girêdayî Elbîstanê û Mîrelî, Nergele yên Nûrhaqê jî vala dibin. Li Nergeleyê jî 20 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li taxên pêdiviyên wekî xurek, alavên germkirinê, kon nehatin bicihanîn gel terkî qedera xwe hat kirin. Li herêma Ava Teterê jî mal hilweşiyan û qada jiyanê ya mirovan nema.