9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike

  • 13:11 16 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Bi pêşentgiya Şanoya Bajêr a Amedê 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi dirûşma “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” tê lidarxistin. Mîhrîcan di 18’ê Nîsanê de dest pê bike.
 
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin, di 18’ê Nîsanê de dest pê dike. Mîhrîcana ku dê bi dirûşmeya “Bi HEBÛNa xwe, bi XWEBÛNa xwe” bê lidarxistin.
 
Di navbera 18 û 27’ê Nîsanê de dê bi lîstina 19 lîstikên bi 2 zimanan derbikeve pêşberî şanohezan. Her wiha dê bi gotûbêjan jî rewşa şanoya kurdî ya li 3 aliyê Kurdistanê û dîasporayê û ji bo pêşketina şanoya kurdî nîqaş bên kirin. Dê di 18’ê Nîsanê de li Qesra (Konak) Îskender Paşa bi bernameya vekirinê mîhrîcan dest pê bike û dê di 27’ê nîsanê de jî li Çand Ma’yê gotûbêj, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed û Eywana Şanoya Bajêr a Amedê jî lîstik bên lîstin. Her wiha lîstika herî dawî ya mîhrîcanê Gomîdas ku behsa jiyana ermeniyekî dike, dê Dêra li Ermenan ya Surp Giragos bê lîstin û mîhrîcan dê bi vê lîstikê bi dawî bibe. 
 
Dê di mîhrîcanê de ku komên şanoyê yên bajarên Kerkûk, Duhok, Urmiye û Seqiz ên Kurdistanê jî wê derkevin ser dikê. Ji 19 lîstikên ku dê bên listin 5’ê wan bi tirkî û 14’ê wan jî bi kurdî ne. Mîhrîcan, piştî bernameya vekirinê dê bi performansa komên şanoyê yên Yenî Sahne û Şermola Performansê dest pê bike. Dê di mîhrîcanê de lîstikên Buka Lekî (Şermola Performans), Afet Île Dîana (BGST), Salma (Koma Hawar), Derwêş yan Gudû (Duhok), Efsaneya Hespên Azad (Ûrmiye), Kabîl û Habîl (Koma Rîtûel), Odip (Koma Ronya-Seqiz), Kral û Travîs (ŞanoAr), Çînûr (Teatra Ba), Zîd û Han (Dubare Kumpanya), Mirina Jeanne D’arce ya din (Şanoya Bajêr a Amedê), Ceyran (Teatroger), Strip-Tease (Dimilki- Şanoya Bajêr a Amedê), Kalabalik Tiyatrosû (Fiziksel Tiyatro Araştırmaları), Bernarda (Tiyatro Proje No2), Înfaz (Şaneşin Performans), Otopsî (Golge Tiyatro Toplûlûgû), Gomîdas (Yolcû Tiyatro) bên lîstin.