Koma Sarya bi hunera xwe hêzê dide tevgera jinê

  • 09:06 15 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
 
HABER MERKEZİ - Koma Muzîkê ya Sarya ku bi tevahî ji jinan pêk tê, bi muzîka xwe têkoşîna azadiya jinê didomîne. Kom bi albûma xwe ya nû "Kavga (Têkoşîn" huner û peyama xwe digihîne girseyeke berfireh a temaşevanan.
 
Koma Muzîkê ya Sarya ku di cîhana huner û muzîkê de cudahiyê çêdike, di sala 2015’an de hatiye damezrandin û komeke dînamîk e ku tenê ji muzîkjenên jin pêk tê. Ev kom bi muzîka xwe dibe dengê têkoşîna azadiya jinê û hêza hunera rêxistinbûyî derdixe holê. Koma Muzîkê ya Sarya heta niha 5 stran bi navê, "Ez ji nû ve ji dayik bûme", "Jin Jiyan Azadî", "Em Dixwazin Bijîn", "Farz-ı Misal" û "Duş Yolunda". dane danasîn. Ev xebatên ku her yek ji wan dengên jinan bi xurtî radixe holê, îradeya jinan ya ji bo gihandina peyama xwe ji temaşevanan re nîşan dide.
 
Em bi Canan Kaplan, Ruşa Sabur û Yurdanur Akdemîr ên di koma ku di nava BEKSAV'ê de li Stenbolê hunera xwe dimeşînin re li ser muzîka wan, têkiliya wan a bi têkoşîna azadiya jinê re, têgihiştina wan a hunera rêxistinkirî û albûma wan a nû ya bi navê "Kavga" axivîn. 
 
“Em weke jinên BEKSAV’ê ji bo ku hişmendiya jinê û zimanê jinê hebûna xwe di qada çand û hunerê de bidomîne, xebateke cuda dikin.”
 
*Tu dikarî ji me re behsa pêvajoya damezrandin û motîvasyona Sarya bikî?
 
Koma Muzîkê ya Sarya ku hêza xwe ji têkoşîna Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a ku li Kobanê şehîd bû digire, di sala 2015'an de, di 20'emîn salvegera damezrandina BEKSAV'ê de hat avakirin.  Em weke jinên BEKSAV’ê ji bo ku hişmendiya jinê û zimanê jinê hebûna xwe di qada çand û hunerê de bidomîne, xebateke cuda dikin. Em Sarya di berhemên hunerî de wek hevrêya rengê jinê û serhildanê dibînin.
 
Sarya destpêkê bi jinên çepgir, sosyalîst û welatparêz ên ji pêkhateyên cuda hatin cem hev û bi enstrumanên cuda dest bi xebata xwe kir. Me heta îro stranên xwe bi şêwazê xwe li kolanan, li qadên berxwedanê, di 8’ê Adarê, Newroz, 25’ê Mijdarê, çalakiyên jinan û çalakiyên rêxistinî, sendîka û komeleyên girseyî yên demokratîk de pêşkêş kirine. Koma me ji karkerên jin, xwendekar, werger, esnaf û karmendan pêk tê.
 
“Me xwest em qadekê vekin ku jinên di her warî de bi astengiyan dest bi jiyanê kirin, di warê muzîkê de bi hev re hilberînin, xwe pêş bixin û hevkariyê hunera xwe bikin.”
 
*Fikra avakirina komeke ku tenê ji jinan pêk tê ji ji kîjan pêwîstiyê derket holê?
 
Dema ku me got 'Dîsa BEKSAV', hejmara zêde ya jinên ku bersiv dan banga me û xwestin li weqfê hilberînê bikin, ewil rêya me ronî kir. Me xwest hebûna jinê ya ku di qada hunerê de hewl tê dayîn bê dîtin, bi hiş û kalîteya jinê derxin holê. Me komeke ku tenê ji jinan pêk tê ava kir, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku jin dikarin bi hev re dengek xurt derxînin, di hawîrdorek ku jêhatîbûna muzîkjenên jin tê pirsîn. Me xwest em qadekê vekin ku jinên  di her warî de bi astengiyan dest bi jiyanê kirine, di warê muzîkê de bi hev re hilberînin, xwe pêş bixin û hevkariyê bi hev re bikin.
 
"Em bi pêwîstiya têkoşîna rêxistinkirî bawer in û bi taybetî di vê dema xirap ku civak di nava bêhêviyeke mezin de hatiye hiştin pêwistî bi têkoîşîna rêxistinkirî heye."
 
*Hûn xwebatên xwe di weqfeke şoreşger ya BEKSAVê de didomînin. Di demekê de ku koma mûzîkê jî wekî "demode" tê dîtin de, hebûna we wekî "komek muzîkê ya birêxistinkirî" li gel zahmetiyên wê dive derfetên wê jî hebin. Tu dikarî çi bibêjî li ser vê kolektîvîzm û xebata hunerî ya birêxistinkirî ?
 
Em bi pêwîstiya têkoşîna rêxistinkirî bawer in û bi taybetî di vê dema xirap ku civak di nava bêhêviyeke mezin de hatiye hiştin pêwistî bi têkoîşîna rêxistinkirî heye. Hêvî dayîna civakê di serî de bi afirandina çalakiyeke ronakbîrî bi vegotina pirsgirêkên civakê bi zimanekî hevpar pêk tê. Li gorî me, kolektîvîzm prensîba avakirina hêviyê û cîhanek nû bi hev re ye, wekî bertekek li hember takekesîbûna ku her roj di nav me de tê pêşxistin e. Ji ber vê yekê em hewcedariyê bi hilberînê dibînin. Helbet ev prosesên hilberîna kolektîf bi saetên dirêj nîqaşên rewşenbîrî tê kirin. 
 
"Ferz-î Misal" stranek bû ku me hevokên zayendperest ên li ser jinan serûbin kirine û li mêran vegerandine."
 
*Sarya heta niha 5 stran hilberandine. Her stranek li ser rewşek civakî, bûyerek sembolîk û têkoşînekê ye. Tu dikarî ji me re bibêjî ku her yek ji van stranan ji bo te tê çi wateyê?
 
Digel ku eşkere ye newekheviya zayendî dora me jinan bi xeleka koletiyê ya xuya û nayê dîtin dorpêç dike; Helbet diviyabû ku em tiştekî bibêjin û me got. Dema ku em li van stranan dinêrin, em dibînin ku her yek ji wan li ser pirsgirêkek civakî û jiyanê bi xwe ye. Yekemîn strana Sarya ji bo bîranîna şervana jin 'Sarya' ku me navê koma xwe jê girtiye hat çêkirin. Di vê stranê de me xwest em bejna xwe li ber jinên ku di eniyên şer de ji bo serkeftina Kobanê bi dest bixin, bitewînin û wan bi bîr bînin. Li ser platformên dîjîtal hêj qeyda vê stranê tune ye, lê em plan dikin ku di demek nêz de wê tomar bikin û derxin. Strana "Jin Jiyan Azadî" ji bo bilindkirina banga têkoşîna gelê Kurd di têkoşîna azadiya jinê de hatiye nivîsandin. Stran yek ji stranên me yên herî balkêş e. Strana me ya din jî “Em Dixwazin Bijîn” bû ku di şexsê Ozgecan Aslan a li Mêrsînê hat qetilkirin e ku di kesayetiya wê de dengê me li hemberî qetilkirina jinan bilind dibe. 
 
"Ferz-î Misal" stranek bû ku me hevokên zayendperest ên li ser jinan serûbin kirine û li mêran vegerandine.  Me xwest em bibînin ku ew peyvên em carinan di jiyana rojane de pê nahesin lê dema em li ser wan dihizirin me bêzar dikin dema ji mêran re tên gotin bandoreke çawa li ser wan dike bibînin û me Ferz-î Misal çêkir. Strana me ya nû ya bi navê "Dûş Yolunda (Di rêya xeyalan de)" ku me ji bo 33 hevalên xwe yên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin nivîsand jî di albûma hevpar a gelek komên muzîkê ya bi navê 'Kavga' de cih girt.
 
*Di demên dawîn de hunermendan dest bi derxistina stranên xwe yek bi yek kirine. Ev rêbaz derfetê dide hunermendan ku di rojevê de bimînin û perçeyên serbixwe derxînin. Lêbelê, ev yek jî dibe ku yekdestiya albûmê têk bibe. Sedema hilbijartina te ya ku heta niha stranên xwe yek bi yek derdixî çi ye?
 
Me her tim stranên xwe li gorî hewcedarî û mijarên cuda çêkirine. Hin ji wan stranên ku wekî refleksên siyasî pêş ketine bûn. Ji ber vê yekê me xwest ku em stranekê derxin, lê em dixwazin albûmek yekdest ku çîroka wê hebe jî çêbikin.
 
"Em dixwazin li dijî windabûna zimanan bi huner û muzîkê helwestê nîşan bidin da ku piştgiriyê bidin hewldana jiyînê ya ziman."
 
*Di konseran de hûn bi gelek zimanên wekî gurcu, kurdî (kurmancî, zazakî), lazî û ermenkî jî stranan dibêjin. Divê ev hewldan çawa were dîtin?
 
Yek ji armanca damezrandina vê komê jî ew e ku em di eniya hunerî de ji bo hebûna çand û zimanên cuda yên ku dixwazin bên jibîrkirin tevkariyê bikin. Stranên ku bi van zimanan tên gotin bi kêfxweşî tên guhdarîkirin. Lê ji bilî zimanên asayî, stran û rîtm jî di nav guhdaran de  meraqê çêdike. Ziman serpêhatiya hebûna gelan e, li cîhanê her roj zimanek winda dibe. Em dixwazin li dijî windakirina zimanan bi rêya huner û muzîkê helwestê nîşan bidin  ku piştgiriyê bidin hewldana jiyînê ya zimanan. Ji ber vê yekê helwesta me ya siyasî ji bo zindî hiştina zimanan û helbet bîranînên gelên li erdnîgariya ku em lê dijîn e. Dema ku em ji zimanên cihê melodiyan hildibijêrin û distirên, kesên ku bi vab zimanan dizanin tên û dibêjin, "Te pir xweş stran got, bilêvkirina te jî pir xweş bû", ev jî nîşanî me dide ku em digihîjin armanca xwe. Ev ji bo komek wekî me ya ku muzîka siyasî ya kolektîf çêdike rûmetek û bextewariyek bêhempa ye.
 
“Jin Jiyan Azadî” bi salane bûye remza berxwedanê ya jinan. Ev dirûşma ku jinan li kolan, qadan, xwepêşandan û malan bi kar anî û bû remz e.
 
*Dema ku em li hejmara guhdarên înternetê dinêrin, em dibînin ku strana te ya bi gotinên kurdî Jin Jiyan Azadî derdikeve pêş. Stranên we yên ku bangên têkoşîna jinan dihewînin, di hevdîtinên 8'ê Adarê û çalakiyên jinan de gelek caran tên lêxistin. Strana 'Jin Jiyan Azadî' ya ku bi gotina "Eger hevgirtin hebe koletî nabe" di repertuwara te de çiqas girîng e?
 
“Jin Jiyan Azadî” bi salane bûye remza berxwedanê ya jinan. Ev dirûşma ku jinan li kolan, qadan, xwepêşandan û malan bi kar anîn û bû remz, weke bersiva vê bangê, me xwest ku gerdûnîbûna muzîkê bi gotinên me re bibe yek. 
 
Strana ku me li ser vê durişmeyê çêkiriye, niha bersîva xwe li seranserê cîhanê dîtiye, bi taybetî piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê, zêdetir dest bi guhdarîkirina wê hat kirin.
 
*Em di demekê de ne ku cureyên mûzîkê bi hev ve girêdayî ne û ji bo danasîna muzîkê ji yek peyvan zêdetir pêwîstî heye. Lêbelê, em dixwazin bipirsin, hûn  muzîka xwe çawa dinirxînin?
 
Muzîka siyasî ya kolektîf. Em muzîka xwe wekî muzîkeke siyasî ya kolektîf a pirzimanî, pir dengî bi nav dikin. Di avakirina vê komê de rewşek wisa heye ku hiş û keda jinê mijara gotinê ye. 
 
"Em tekez dikin ku dê ev eniya muzîkê ya ku ji aliyê koma muzîkê ya şoreşger ve hatiye avakirin berdewam be.”
 
*Di albûma hevpar a ji 15 komên muzîkê yên şoreşgerî de jî we cihê xwe di  'Koma Kavga' de girt. Bertekên pêşî yên ku me ji gelek kesên ku li albûmê guhdarî kirin bihîst ev bûn: 'Gelo ev qas komên muzîkê yên şoreşger bûn?', 'Çawa hatin cem hev?'. Hûn vê albûmê li ku dibînin? Der barê albûmê de nêrînên derdorên we çi ne?
 
Em gelek şanaz in ku em di vê albûmê de cih digirin. Em wisa difikirin ku ji bo zêdekirina dîtin û yekitiya komên muzîkê yên şoreşger ên ku ji hev cihê muzîkê çêdikin, li herêmên piçûk an metropolan, hewldanek hêja ye. Albûm bi xweşbînî hat pêşwazîkirin, kes matmayî man ji ber ku albûm pirzimanî ye û stran bi şêwazên muzîkê yên ji hev cuda ne û kesên ku diyar kirin bi rojan li heman stranê guhdarî kirine jî hebûn. Em di fikra ku divê albûm zêdetir were nasîn de ne. Em ji guhdarên albûmê piştgiriyê hêvî dikin. Her wiha em tekez dikin ku dê di vê eniya muzîkê ya ku ji aliyê komên muzîkê yên şoreşger ve hatiye avakirin de berdewamî hebe.
 
"Deriyê me ji her jina ku dixwaze bi amûr û dengê xwe biherike çemê me re vekirî ye, em dixwazin Sarya bikgihînin pêşerojê."
 
*Grûba Muzîkê ya Sarya dixwaze çawa xwe bigihîne pêşerojê?
 
Weke ku hûn jî dizanin, ji bo me jinên ku di bin şert û mercên hov de têkoşîna jiyanê didin,  ji bo bijîn divê du qat bixebitin û ev di warê çand û hunerê de tiştekî pir zehmet e. Bi rêkûpêk lêxistina enstrumanekê, perwerdekirina dengê xwe, tevlibûyîna koroyê... Li gel van, zehmetiyên afirandina komxebateke ahengdar a di cîhana îroyîn de jî li ser vê objektîfbûnê zêde dibin. Li gel vê rewşê Koma Muzîkê ya Sarya jî di serdemeke bilindbûn û nizbûnê re derbas dibe. Armanca me ew e ku em bi jinan re bin, bibin dengê jinan, dengê xwe bigihînin jinan. Ev rêyek dijwar e, em dizanin. Di encama van dijwariyan de, di nava ferdên di nava komê de gelek veguherîn çêbû. Tevî ku niha di koma me de rawestînek heye jî em difikirin ku dê erk bê guhertin û xebatkarên Saryayê yên nû wê vê meşê bidomînin.
 
Bi minasebeta vê hevpeyvînê em dixwazin li vir bangekê bikin. Deriyê me ji her jina ku dixwaze bi amûr û dengê xwe biherike çemê me re vekirî ye û em dixwzin Saryayê bigihînin pêşerojê.
 
Röportaj: Helezonik Kreşendo