Di rojên dawî ya 2018’an de ji aliyê mêran ve 22 jin hatin qetilkirin

  • 09:10 4 Çile 2019
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha dawî ya 2018’an de şîdeta mêr a li hember jin û zarokan berdewam kir. Di meha Kanûnê de herî kêm 22 jin û 2 bebek hatin qetilkirin, 10 jin rastî şîdetê hatin. Zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
 
Di meha Kanûnê ya 2018’an de şîdeta mêr bê navber berdewam kir. Li gorî nûçeyên hatine weşandin di meha Kanûnê de 18 cînayetên jinan, 2 mirinên bi guman ên jinan, 2 kuştinên kiryar nediyar yên jinan, 2 bebekên hatin qetilkirin, zarokek birîndar, 10 jinên rastî şîdetê hatine û jinek parastina cewherî pêk aniye derbasî qeydan bûn.
 
Kuştinên kiryarên wan ne diyar
 
*Li Mersînê mêrê bi navê Mustafa E. jina bi navê Cemîle E. ku pê re di asta berdanê de bû qetil kir.
 
*Li navçeya Haliliye ya Rihayê Îsa Bozkurt ê kabîna tenduristiyê dixebitand û xalê wî doktor Cuma Yilboga bû sedema mirina jina ducanî û bebeka wê hat girtin.
 
*Li Amedê Rojîn Yetîş ji aliyê hevjînê wê Mahsun Yetîş ve hat qetilkirin.
 
*Li Qeyseriyê mêrê bi navê Halît Ç jina bi navê Serpîl Y qetil kir.
 
*Li Urgup a Nevşehîrê mêrê bi nave R.A jina bi navê Ş.B qetil kir.
 
*Li Keçîoren a Enqereyê, mêrê ku hevjîna xwe dayika wê qetil kir û piştre zarokek birîndar kir hat girtin.
 
*Li navçeya Çankaya a Enqereyê mêrê bi navê Canogul Y. jina bi navê Gulseren K. ya li marketê dixebitî qetil kir.
 
*Li Beşîktaş a Stenbolê kesekî ku mamosteyê fîtnesê bû, peywirdara avahiyê Nefîse Dolapçi ku berê hişyariya deng kiribû qetil kir.
 
*Li Şemrex a Mêrdînê jina bi navê R.B û dayika wê S.A ji aliyê mêrê bi navê S.B ve hatin qetilkirin.
 
*Li Înelgol a Bursayê mêrê bi navê Oguzhan Kayalp jina bi navê Zuhal Kayalp û bebeka 5 mehî qetil kir.
 
*Li Konyayê mêrê bi navê Mehmet Guzel, Hediye Înanç ya 7 sal berê dest jê berdabû qetil kir.
 
*Li Yuregîr a Edeneyê mêrê bi navê Harun Ç. jina bi navê Sevda Ç qetil kir.
 
*Li Wêranşar a Rihayê Mesut Kaya hevjîna xwe Mekiye Kaya qetil kir.
 
*Li Îzmîrê Ferhan Sariçam, jina bi navê Pinar Çoban qetil kir.
 
*Li Antakyayê di çewalê li ber çopê hatibû danîn de cenazeyê jina bi navê Gulîstan A. hat dîtin. Î.U yê Gulîstan qetil kir hat binçavkirin.
 
*Li Tokatê Sevgî Voller ji aliyê kesê bi navê Riza K ve hat qetilkirin.
 
Mirinên bi guman
 
Li Artemît a Wanê li Ebata Yekemîn a TOKÎ’yên nû jina bi navê Denîz Bahadir ya 38 salî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li ser riya Pirsûs-Akçakale ya Rihayê di coha avê de cenazeyê jinek ku tê texmînkirin 85 saliye hat dîtin.
 
Cînayetên kiryar ne diyar
 
*Di 12’ê Kanûnê de li Maltepe ya Stenbolê Gulten Gulum Dîl (40) ji aliyê kesekî nasnama wî nayê zanîn hat qetilkirin.
 
*Li Antalyayê li taxa Muratpaşa Sîmge Yildiz ji aliyê mêrekî ve hat qetilkirin.
 
Şîdeta li hember jinê
 
*Li Baglar a Amedê du jin ji aliyê kesekî nasnama wî nediyar ve hatin birîndarkirin.
 
*Li Edeneyê Gazme ya ku îstîsmara zayendî ya birayê wê li hember wan pêk anîbû teşhîr kir, malbata wê bi ser mala wê de girt.
 
*Li Rihayê Pispora Dahiliyê Ebru Killiç Guneş ji aliyê nexweşekî ve hat derbkirin.
 
*Li Bozuyuk a Bîlecîkê Şenol B jina bi navê U.S bi giranî birîndar kir.
 
*Li Erdîş a Wanê Erhan Elalmiş hevjîna xwe Refîka Elalmiş bi giranî birîndar kir.
 
*Li Çanakkaleyê mêrê bi navê H.T bi kesekî ku pê re pirsgirêk jiyabû re nîqaş kir, gule berda û di wê navbrê de gule li serê jina bi navê Fîlîz Çayirli ket û bi giranî birîndar bû.
 
*Li Zonguldakê Cigirê Midûrê Lîseya Pîşeyî û Teknîkî Ahmet M. piştî şîdet li C.K kir, der barê wî de lêpirsîn hat vekirin û ji kar hat girtin.
 
*Li Fatsa ya Orduyê mêrê bi navê M.P hewl da jina bi navê A.P qetil bike.
 
*Li Yuregîr a Edeneyê mêrekî şîdet li jina bi navê Saadet G. kir.
 
Parastina cewherî
 
*Li Konyayê Fadîmana Kayaci li hemberî kesê li hember wê tacîza zayendî pêk anî parastina cewherî kir û ew kuşt. 
 
Fadîmana hat girtin.
 
Îstîsmara li hember zarokan
 
*Li Karamanê mêrê bi navê Mustafa Uyar li du xwendekarên lîseyê di otobusa şaredariyê de îstîsmara zayendî pêk anî.
 
*Hat hînbûn ku li Rihayê zaroka ji aliyê bavê xwe Huseyîn N ve rastî îstîsmara zayendî hatiye, hewl daye întîxar bike.