Li Başûrê Kurdistanê di 9 mehan de 7 hezar û 574 bûyerên şîdetê hat jiyîn

  • 12:56 25 Mijdar 2018
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê rêjeya şîdeta li dijî jinê her sal zêdetir dibe. Li gorî par şîdeta li dijî jinê îsal ji sedî 1.73 zêde bûye. Bûyerên şîdetê di sala 2018’an de herî zêde di meha 7 û 9’an de rû daye. Parêzgeha ku herî zêde şîdet li dijî jinan pêk hatiye jî Hewlêr e.
 
Birêveberiya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser jinê ya Herêma Kurdistanê ku ser bi Wezareta Navxweyî ye, rapora îsal ya şîdeta li dijî jinê eşkere kir. Rapor li gorî zanyariyên ji saziyên hikûmî û rêxistinên jinan yên parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Dihok û Herêma Germiyan û Raperîn û Soran hatine girtin, amade bûye. Helebçe her çend parêzgehek be jî, lê ji ber birêveberiya li dijî şîdeta li ser jinê nîne,  bûyerên ku rû didin li ser parêzgeha Silêmanî tê dayîn.  
 
Birêveberiya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser jinê, bûyerên ku di çarçoveya şîdeta li ser jinê de tomar dike û weke şîdetê bi nav dike ji van xalan pêk tê; Gilîkirin, kuştin, xwekuştin, şewitandin, xweşewitandin û destavêtin in.
 
Tevî ku em niha di dawiya meha 11’an a 2018’an de ne jî lê tenê rêjeya şîdetê ya 9 mehan hatiye eşkerekirin.
 
Rêjeyên meha Çileyê:
 
Li gorî rêjeyên birêveberiya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê, tenê di meha Çile ya îsal de 814 bûyerên şîdetê li Herêma Kurdistanê rû dane. Di nava van bûyerên şîdetê de jî herî zêde bûyerên şewitandin û xweşewitandinê rû dane.
 
Li gorî vê hejmarê li Hewlêr ji rêjeya ji sedî 39.5, li Dihok ji sedî 26.1, li Silêmanî ji sedî 16.2, li Germiyan ji sedî 9.7, li Raperîn ji sedî 5.7 û li Soran ji sedî 2.5’e.  
 
Her wiha di vê mehê de bûyerên destavêtinê herî zêde li Dihokê rû dane.
 
Rêjeyên meha Sibatê:
 
Di meha dûyem ya îsal de  bi giştî 688 bûyerê şîdetê yên li dijî jinan rû dane. Di vê mehê de herî zêde bûyerên şewitandin, xweşewitandin û destavêtinê rû dane.
 
Li gorî vê jimarê li Hewlêr ji sedî 35.4, Dihok ji sedî 27.9, Silêmanî ji sedî 20.3, Germiyan ji sedî 7.4, Raperîn ji sedî 5.2 û Soran ji sedî 3.1’e.
 
Rêjeyên meha Adarê:
 
Di meha sêyem de li Herêma Kurdistanê bi giştî 603 bûyerên şîdeta li ser jinê rû dane. Di nava van bûyeran de bûyerên herî zêde rû dane şewitandin, xwe şewitandin û xwekuştin in.
 
Li gorî vê hejmarê li Hewlêrê ji sedî 37.1, li Dihokê ji sedî 27.6, li Silêmanî ji sedî 17.7, Germiyan ji sedî 10.2, Raperîn ji sedî 3.9 û Soran ji sedî 3.1’e.
 
Li gorî van rêjeyan  bûyerên şewitandin, xweşewitandin û destavêtinê herî zêde li Hewlêrê rû daye.
 
Rêjeyên meha Nîsanê:
 
Di meha çarem de li Herêma Kurdistanê bi giştî 771 bûyerên şîdeta li ser jinê rû dane.
 
Li gorî vêya li Hewlêr sedî 43.7, Dihokê sedî 22.4, Silêmanî 16.9, Germiyan 8.3, Raperîn 5.3 û Soran jî 3.2’e. Li gorî van rêjeyan bûyerên şewitandinê herî zêde li Hewlêr û Dihokê rûdane, bûyerên destavêtinê jî herî zêde li Hewlêrê rû dane.
 
Rêjeyên meha Gulanê:
 
Di meha pêncem de li Herêma Kurdistanê hejmara bûyerên şîdetê zêde bûye. Di vê mehê de bi giştî 853 bûyer rû dane. Di nava vê rêjeyê de gilî ne hatiye dayin. Di nava vê mehê de jî bûyerên şewitandin û destavêtinê zêdetir rû dane.
 
Li gorî vê hejmarê, Hewlêr sedî 36.9 di rêza yekem de cih digire. Dihokn sedî 23.9, Silêmanî sedî 21.3, Germiyan sedî 9.1, Raperîn sedî 5.7 û Soran sedî 2.9 hatiye nîşandan.
 
Rêjeyên meha Hezîranê:
 
Di meha şeşem de li Herêma Kurdistanê bi giştî 750 bûyerên şîdetê li dijî jinê hatine tomarkirin. Di vê mehê de jî giliyên ku hatine kirin di nava vê rêjeyê de ne hatine hesap kirin. Di nava van bûyeran de herî zêde bûyerên xwekuştin, şewitandin û xwe şewitandinê rû dane. Hewlêr di vê mehê de jî dîsa di rêza pêş de ye.
 
Li gorî vê,Hewlêr ji sedî 36.4,Dihok sedî 24, Silêmanî sedî 21.2, Germiyan sedî 9, Raperîn sedî 5.3 û Soran sedî 4 hatiye nîşandan.
 
Rêjeyên meha Tîrmehê:
 
Di meha heftan de li Herêma Kurdistanê bi giştî hezar û 254 bûyerên şîdetê li dijî jinan hatine tomarkirin. Bûyera herî zêde  rûdaye jî  xwe şewitandine. Silêmanî di pileya yekem de cih digire. Piştî wê bûyera herî zêde destavêtin çêbûye. Dihok jÎ di destavêtinê de di rêza pêş de ye.
 
Li gorî vê hejmarê Hewlêr sedî 32.8, Dihok sedî 26.6, Silêmanî sedî 21.9, Germiyan 10.2, Raperîn 5.3 û Soran jî 2.9 hatiye nîşandan.
 
Rêjeyên meha Tebaxê:
 
Di meha heştem de li Herêma Kurdistanê bi giştî 900 bûyerên şîdetê rûdane. Lê di vê hejmarê de gilî ne hatine hesap kirin. Bûyerên herî zêde rûdane jî şewitandin, xwe şewitandin û destavêtine. Ev bûyer jî herî zêde li Hewlêr, Dihok û Silêmanî rûdane.
 
Li gorî vê, Hewlêr sedî 32.8, Dihok sedî 26.6, Silêmanî sedî 21.9, Germiyan 10.2, Raperîn 5.3 û Soran sedî 2.9 hatiye nîşandan.
 
Rêjeyên meha Îlonê:
 
Di meha nehan de li Herêma Kurdistanê bi giştî 928 bûyerên şîdeta li dijî jinê hatine tomarkirin. Birêveberiya Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê a Herêma Kurdistanê,  di vê mehê de weke mehên berê wê rêjeya bajaran diyar nekiriye.  nekir.
 
Bi giştî encama 9 mehên destpêkê yên îsal wihane
 
Li Hewlêr 2 hezar 744 bûyer, li Dihokê hezar û 966 bûyer, li Silêmanî hezar 432 bûyer, li Germiyan 769 bûyer û li Raperîn 423 bûyer û li Soran 240 bûyerên şîdetê rûdane.
 
Li gorî vê rêjeyê, Hewlêr 36.2, Dihok sedî 25.9, Silêmanî sedî 18.9, Germiyan sedî 10.1, Raperîn sedî 5.5 û Soran sedî 3.1’e.
 
Di sala 2017’an de li Herêma Kurdistanê bi giştî 7 hezar û 445 bûyer rûdabûn. Di nava 9 mehên destpêkê yên îsal de jî 7 hezar 574 bûyerên şîdetê li ser jinan li tevayî Herêma Kurdistanê rûdane. Dema mirov daneyên sala 2017’an û yên sala 2018’an bîne beramberî hev wê were dîtin ku îsal 129 bûyer zêdetir bûne, ev jî dike rêjeya ji sedî 1.73.