Sara Kaya hat tahliyekirin

  • 17:57 9 Gulan 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Der barê hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya  de 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn û biryara tahliyeya wê hat dayîn.
 
Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê 2017’an de di serdegirtina malan de hat girtin, der barê wê de bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’, ‘peywira xwe xera bikaranîn’  û ‘gel teşwîqê kînê kirin’ 16 sal ceza jia liyê 4’emîn dadgeha ceza giran a Mêrdînê ve hatibû birîn. Lê dadgeriyê ceza xera kirin û ji nûve hat darizandin. Duyemîn runiştina wê li 4’emîn dadgeha ceza giran a Mêrdînê hat dîtin. 
 
Sara ji ber çalakiya boykotê ya 4’ê Nîsanê ya girtiyan dabû destpêkirin tevli runiştinê nebû û parêzerên wê, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan, hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan, aktîvîstên TJA’yê û DEM Partiyî tevli runiştinê bûn.
 
Parêzre Mehmet Emîn Kaya balkişand ser rewşa girtina Sarayê ya 7 sal 3 meh Û 29 rojan û daxwaza tahliyeyê hat kirin.
 
Dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal û 6 meh ceza birî, qedexeya derketina derveyê welat hat dayîn û biryara tahliyeyê dan.