Li Til Rifetê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin

  • 15:46 9 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Til Rifetê meşek li dar xist.
 
Meclisa bajarê Til Rifetê ya kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Til Rifetê tev li meşê bûn.
 
Girseya gel wêneyên Abdullah Ocalan, pankartên"Azadiya fizîkî ya Rêber Apo çareseriya doza kurdî ye" hildan.
 
Meş li qada bajarê Til Rifetê sekinî û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Rifetê Reşîd Fetko axivî. Reşîd got: “Armaca dewleta Tirk ji tecrîda li ser Rêber Apo ew e ku gel û Rêber Apo ji hev dûr bixe. Lê em tu carî ji felsefeya Rêber Apo dûr nakevin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê her tim li ser pêyan bin.”
 
Her wiha endama kongra Star a bajarê Til Rifetê Ayşe Hikmet jî got: "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bêdengkirina kesê banga xwişk û biratiya gelan û azadiya mirovahiyê dike, hate lidarxistin. Em ê bi fikr û felsefeya Rêber Apo têbikoşin heta ku azadiya wî ya fîzîkî em bi dest dixin.”