'Di meha hezîranê de 39 jin hatin kuştin'

  • 14:32 4 Tîrmeh 2018
  • Çeteleya Tundîyê
STENBOL - Platforma Em dê Cînayên Jinan Rawestînin, rapora meha hezîranê ya cînayetên jinan aşkere kir û diyar kir ku di vê mehê de 39 jin hatin kuştin û 22 jin jî rastî îstîsmara zayendî hatine. 
 
Platforma Em dê Cînayên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora meha hezîranê ya cînayetên jinan aşkere kir. KCDP'ê di raporê de diyar kir ku di vê mehê de 39 jin hatin kuştin, îstîsmara zarokan jî didome û 22 jin jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Platformê da zanîn ku ji ber rê li pêş tundiyê nayê girtin û gav nayên avêtin her ku diçe tundiya li ser jinê zêde dibe. Platformê anî ziman ku di vê mehê de 18 jin çima hatin kuştin nehat tespîtkirin û faîlê 14 jinan jî ne diyar in. Platformê da zanîn ku dema jin ji aliyê kê ve û çima tên kuştin li gorî wê faîl jî nayên darizandin û lêpirsîn jî nayê kirin." 
  
Platformê di raporê de destnîşan kir ku hikûmetê dîsa mijara xesandinê xistiye rojevê û wiha got: “Xesandin û îdam li dijî mafê jiyanê yê mirovan e. Serlêdana rêbazên li dijî mafên mirovan ne çareserî ye. Ji bo çareseriyê divê zagon û cezayên heyî têkeve meriyetê û rastî cezayê heyî bên. Jin li gorî meha Gulanê di Heziranê de zêdetir hatin kuştin. Di Hezîranê de 39 jin atin kuştin. Di vê mehê de 9 jin mirina wan bi şik û guman e. 18 jin mirina wan nehat tespîtkirin. Her ku tundî zêde dibe û nayê cezakirin ev bêtir zêde dibe. Di vê mehê de 22 jin rastî tundî û îstîsmara zayendî hatin.