Di meha çileyê de 28 jin hatin qetilkirin

  • 13:14 4 Sibat 2018
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Platforma Em ê kuştinên jinan rawestînin, di meha ewila a sala 2018'an de 28 jin hatine qetilkirin, 147 zarok jî bi îstîsmara zayenîdî re rûbirû hatine hiştin û 25 jin bi şîdeta zayendî re rûbirû hatine hiştin.
 
Platforma Em ê Kuştinê Jinan Rawestînin, rapora şidetê ya li dijî jinan a Çileya 2018'an aşkera kir. Li gorî raporê di meha yekemîn a 2018'an de 28 jin qetil kirin, 147 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man, 25 jinan şideta zayendî dît.
 
Li gorî daneyên raporê, di mehên dawî yên sala çûyî de di kuştina jinan de kêmbûn heye, sedema vê jî wiha hat vegotin: "Ji ber ku li dijî şidetê bertek zêde bûn û di vê çarçoveyê de jin bi zanebûn tev digerin, kuştinên jinan kêm bûne."
 
Di raporê de hat gotin ku heke şidet zêde be û rewş biguhere; jin li dijî vê bêdeng namînin, hem li ser medyaya civakî û hem jî cihên ku lê ne, ji bo çalakiyan bang dikin û wiha hat gotin: "Ev zanyarî û bertek destkeftiyan jî zêde dikin. Di meha Çileyê de 25 jin bi şidetê re rû bi rû man, 6 jinan bi şideta kesên biyanî re rû bi rû man, 9 jin bi şideta kesên nêzê xwe re rû bi rû man û 3 jin jî şideta xizmên xwe dîtin."
  
Di nava vê mehê de bajarên herî zêde kuştinên jinan derketin pêş wiha ne; Li Stenbol 4, Bursa 2, Dîlok 2, Samsun 2. Li gorî raporê, jinên ku hatin kuştin temenê 12 kesan di navbera 35-65 û yên 3 kesan jî di navbera 25-34'an de diguhere. Jinên xwestin der barê jiyana xwe de ew bixwe biryarê bidin û wisa bijîn jî 6 jin hatin kuştin. Dîsa 9 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. Sedema mirina 10 jinan jî nehat zelalkirin.
 
Li gorî raporê, di meha çileyê de jinên ku hatin kuştin, sedî 89'ê wan biryara parastinê der barê wan de hebû an na, nehat tespîtkirin. Tê gotin ku der barê 7 kesan de biryara dûrxistinê heye.”